Kujer hay ji polîtîkaya cezanekirinê hene

Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Emîn Gun got polîs-leşkerên Tirk hay ji polîtîkaya cezanekirinê hene û diyar kir heta niha ji kuştinên bi wesayitên zirxî heta niha ti polîs-leşker nehatine darizandin.

Parêzer Emîn Gun bi bîr xist tevlî kuştina Mîraç Mîroglu ê 7 salî di nav 13 salan de 42 kes bi wesayitên zirxî hatine kuştin.

Polîs-leşkerên Tirk di nav 13 salên dawî de 41 kes bi wesaiyitên zirxî kuştine. Herî dawî li Hezexê ya Şirnexê Mîraç Mîroglu hate kuştin û bi Mîroglu re hijmar bû 42. Vê carê jî kujer bi polîtîkaya cezanekirinê hatin xelatkirin. Kujerê Mîraç piştî ku îfadeya wî hate standin hate berdan.

Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Emîn Gun diyar kir divê wesayitên zirxî weke mekîneyên şer bêne qebûlkirin û bi serê xwe problemek e ku mekînên şer ev qasî zêde li nav qadên jiyanê bin.

Gun diyar kir li gorî rapora ÎHD'ê di nav 13 slan de ji 40'î zêdetir mirov hatine kuştin û got, ''Ev êdî ne rehetî bekontrolî ye. Dema li cihê rûdanê rapor têne girêdan ev weke qezaya trafîkê têne nîşandan lê ev ne pêkan e. Li gorî Rêziknameya Trafîkê ya Rê ev wesayit li nav bajêr herî zêde bi 30 km dikarin biçin. Bi vê lezê hûn nikarin bibin kuştina mirovan. Ev şowa ewlehiyê ye ku bi navê ewlehiyê hatiye formûlîzekirin.''

Gun bi berdewamî diyar kir polîs û leşkerên Tirk hay ji polîtîkaya cezanekirinê hene û got, ''Heta niha me carekê jî nedîtiye ku ji ber vê meseleyê hatibin cezakirin. Jixwe heke hûn polîs-leşkerekî ku bi wesayita zirxî tê parastin bi zirxê cezanekirinê biparêzin, bivê nevê wê wiha li zarokê bêparastin were. Ne ji bo ku vê normal bikim dibêjim. Heke pergala dadê wiha xweş bimeşiyan me yê behsa van hijmaran nekire, dixwazim vê bibêjim.''

Gun her wiha got ya ku vê pêvajoyê sazkar dike polîtîkaya cezanekirinê ye û polîs-leşkerên Tirk ên ku têne Kurdistanê bi motîvasyon, manîpulasyonê tên, dema ku polîs-leşkerên dêhnê wan li ser şer werin şandin encam wê wiha be.