Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir

Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan a li Ewropayê êrişa dewleta Tirk a doh a li ser Şengalê şermezar kir û bang li gelê Kurdistanê bi taybetî civaka Êzidî kir, ku li dijî armancên qirkirinê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bibin yek deng û yek helwest.

Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan li Ewropayê têkildarî bombardûmana doh a li Şengalê, ku ji aliyê balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk ve hate kirin, daxuyaniyek weşand.

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ, BI TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê RE DEST PÊ KIR'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji sala 2017'an ve gelek caran Şengal bûye armanca êrişên dewleta Tirk, heya niha di van êrişan de gelek endamên vê civakê mîna kesên Rêveber, Fermandar û Şervan hatin armanckirin û bûn cangoriyên ax û baweriya Êzîdxanê. Her wiha gelek kes birîndar bûn û ziyana maddî jî çêbû. Êrişên li ser Şengalê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê, bi rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ'ê dest pê kir û bi qedandina vê rêxistinê li Reqa û Dêra Zorê gihîşte gihişt asta herî jor. Êrişa destpêkê di 25'ê Nîsana 2017'an de dest pê kir. Ji hingî ve bê navber warê civaka Êzîdî û stargeha wê ya herî dawî Şengal tê bombekirin û di bin gêfê de ye.

'JI BER NEBÛNA HÊZA XWEPARASTINÊ BI HEZARAN ÊZIDÎ HATIN QETILKIRIN'

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de fermana herî dijwar a di dîroka vê civakê de qewimî. Fermana sedê salan ku armanca wê tunekirina vê bawerî û civakê bû, di heman demê de jî, qirkirina sedsala 21'an a mirovahiyê bû. DAÎŞ'ê bi armanca tunekirina civaka Êzîdî û dagirkirina axa wê êriş kir. Di vê êrişê de, ji ber bêrêxistinbûyîn û bêparastinbûne, civaka Êzîdî nekarîbû xwe biparêze û pêşî li ferman û qirkirinê bigre.

Di encama vê fermanê de, bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, dîlgirtin, revandin û bi sedhazaran jî ji cih û warê xwe bûn û bi dinyayê ketin. Piraniya wan îro di kampên li Başûr mîna zindaniyan dijîn û ew kamp li wan bûna dojeh.

'HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ BÛNE ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û QIRKER'

Hîna pêvajoya qirkirinê bi hemû dijwariya xwe didome. Di serî de hikumeta Iraqê, ya hêrêma Kurdistanê, hemû hêzên li hêrêmê û yên navneteweyî bêdeng in. Ev bêdengî di asta hikumetan de jî xwe li her derê dide der û herkesî xwe ker û lal kirine û bi erka xwe ranebin.

Ne tenê bi erka xwe ranebin, bi her awayî alikarî û derfetê xwe dixin xizmeta dewleta Tirk ya qirker û dagirker. Bi vî awayî dibin şirîkê tunekirina vê civak û baweriyê. Bêyî erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Iraqê dewleta Tirk nikare ezmanên Iraqê bikar bîne û êrişî Şengalê bike. 

Berpisyariya herî mezin dikeve ser milê herdû welatan. Bi taybetî jî hikumeta Iraqê rê dide hêzek qirker ku were axa wê û hêzên girêdayî hikumeta wê û arteşa wê tune bike."

'YBŞ BI SER ARTÊŞA IRAQÊ VE YE, DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ BERPIRSYARIYA XWE PÊK BÎNE'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêza Êzidxanê YBŞ bi rengekî fermî bi ser artêşa Iraqê ve ye û hate gotin, "Divê kêliyek berî kêliyekê hikumeta Iraqê helwesta xwe zelal bike û berpirsyariya xwe bîne cih. Wan di 3'ê Tebaxa 2014'an de ev civak ne parastin, di nav destê hovan de hiştin. Eger îro nikaribin vê civaka biparêzin û bêjin Şengal ne axa Iraqê ye, Êzîdî jî ne Iraqî ne û YBŞ ne hêza girêdayî arteşa me ye, vê yekê ragihînin, da ev civak jî li vê gorî wê çarenûsa xwe diyar bike."

Koordînasyonê ragihand ku mîna bi dehan caran di dîrokê de qewimî, niha jî sedema bingehîn a êrişên qirkirin û tunekirinê yên li ser civaka Êzidî dewleta Tirk e û diyar kir, "Tişta ku li erdnegariya Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ku Osmaniyan anî serê me, îro neviyên wan dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan ê dîktator tîne serê Êzidiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê."

'LI DIJÎ ARMANCÊN DEWLETA TIRK DIVÊ ÊZIDÎ BIBIN YEK DENG Û YEK HELWEST'

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku hişyar be, rê nede armancên dewleta Tirk û hate gotin, "Ji her demê bêhtir îro divê em bi yek deng û helwestê dakevin kolanan û bêjin êdî bes e.

Em li vê derê bang li kesên noker û hevkarên dagirkeran jî dikin û dibêjin dev ji xiyaneta bi Êzdayetî, Êzîdxanê û Şengalê re berdin. Hûn bi helwesta xwe û siyaseta xwe dixwazin Şengalê radestî serokê cîhadîstên cîhanê û nûnerê Îslama tundew Erdogan bikin. Eger îro zarokên Êzîdxanê ku rûmeta vê civak û baweriyê diparêzin bên tunekirin, wê roja din hûn jî bên tûnekirin. Ji ber berjewendiyên biçûk û tekakesî nebin hevkarê qetilê dîrokî û îro yê vê civak û baweriyê. Rojeke berî rojekê dev ji vê rûreşiyê berdin û vegerin nav rafên Tawisî Melek û Êzîdxanê."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd û Kurdistaniyan hate kirin:

"Em bang li hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan jî dikin ku bi erka xwe dîrokî rabin û nehêlin ku civaka Êzîdî ji stargeha xwe ya herî dawî bê derxistin û bi temamî ji vê axê bêderxistin û qelandin. Bi vê yekê şaşîtî û xeletiyên ku di dîrokê de hatine kirin jî bên sererastkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me bi erka xwe ya dîrokî rabe û bi vê yekê jî azadiya tevahiya Kurdistan û gelê Kurd tacîdar û misoger bike.

Banga me ji bo hemû hêzên demokrat û hûmanîst jî ew e ku, li dijî faşîzma sedsala 21'an ya dewleta Tirk ku bi sêrkêşiyê Erdogan tê kirin rabin û pêşî li qirkirinên nû bigrin. Eger mirovahî îro Erdogan nesekinîne we sibe bibe dereng!"