Konseya Rêveber a KCK'ê encamên civîna xwe ya salane eşkere kir

KCK'ê ragihand ku bi civîna salane re pêngava 'Dem dema azadiyê' nirxandiye û li ser bingeha xweparastina li dijî faşîzmê, ji bo xurtkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî û armanca azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn plansazî amade kiriye.

KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên civîna salane ya Konseya Rêveber eşkere kir. Daxuyanî wiha ye:

"Civîna me ya salane ya Konseya Rêveber a KCK'ê bi beşdariya têrker a endamên ji her qadên kar, bi rengekî serketî hate lidarxistin.

Civîna me, hemû milîtanên azadiyê û welatparêzên me yên ku di sala 23'an a komployê de li çiyê, zindanan û bajaran şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û li ser xeta Rêber Apo pratîka li her qadên kar bi berfirehî nirxand, biryarên gelekî girîng wergirt. Civîna me tespîta wê yekê kir ku li gel kêmasiyan jî pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo hilweşandina faşîzmê, azadiya Rêber Apo û bidawîkirina dagirkeriyê hate destpêkirin, bi rengekî serketî derbas bû, bi hêrsa li dijî komplogeran û li dijî komployê di sala 24'an de biryardariya wê yekê nîşan da ku têkoşîna ji bo hilweşandina faşîzmê, azadiya Rêbertî û bidawîkirina dagirkeriyê bi îradeyeke xurt bimeşîne û bi ser bixîne.

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ YE

Li Rojhilata Navîn, ku şaristaniya dewletperest lê der bû, berjêrbûna vê şaristaniyê weke nîşaneya şênber a asta hilweşînê ya sîstema dewletperestiyê ya bi serweriya mêr hate nirxandin. Hêzên kapîtalîst modernîst bi çend guhertinên biçûk dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û pêşî li hilweşîna sîstema mêtingeriyê ya dewletperest bigirin. Li Rojhilata Navîn krîzên çandî, civakî û siyasî yên kûrtir bûne. Bidawî nebûna Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku navenda xwe Rojhilata Navîn e û li dehan salan belav bûye, nîşaneya wê yekê ye ku hêzên kapîtalîst modernîst û dewletên herêmê xwedî projeyên çareseriyê nînin. Sîstema mêtingeriyê ya desthilatdarîperest a bi serweriya mêr ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê pirsgirêkan giran dike û mirovan di nava krîzên siyasî û civakî de dihêle. Di serî de jin û kedkar, gel hemû her gava ku firsendê dibînin diyar dikin ku ew naxwazin di bin vê sîstemê de êdî bijîn. Konseya me ya Rêveber a rastî nirxand û careke din destnîşan kir, Konfederalîzma Demokratîk ku sîstema rêveberiyê ya li derveyî dewletê ye û xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, di serî de ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya mirovahiyê yekane rêya rizgariyê ye.

PLANSAZIYÊN JI BO ARMANCA AZADKIRINA KURDISTANÊ Û DEMOKRATÎKKIRINA ROJHILATA NAVÎN

Civîna me ya Konseya Rêveber li ser bingeha vê nirxandinê, pêngava 'Dem dema azadiyê' ya ku sal û nîveke em dimeşînin, di çarçoveya 3 mijarên bingehîn de bi berfirehî nirxandiye. Rewşa Rêber Apo, têkoşîna ku li dijî êriş û faşîzma AKP-MHP'ê tê meşandin û mijarên li her qadê li ser bingeha meclîs û komunên Konfederalîzma Demokratîk hatine avakirin bi hemû aliyan nirxandiye, plansaziya pêwîstî jî destnîşan kiriye. Bêguman plansaziyên me hemû li ser esasî xweparastina li dijî faşîzmê, bi pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî re ji bo armanca azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn hatine kirin. Wezîfeya pêkhateyên rêxistinî û her qadê ye ku têkoşîna sala 2022'an ku sala 50'î ya tevgera Apoyî ye, bi dersên ji têkoşîna sala 2021'ê derxistî, kêmasiyan çareser bikin û têkoşînê bi rengekî serketî bimeşînin.

DI SALA 2021'Ê DE ZEMÎNÊ HILWEŞANDINA DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê HATE AFIRANDIN

Sala 2021'ê di serî de li dijî dewleta Tirk a mêtinger li dijî hemû hêzên dijminê Kurdan û demokrasiyê bi têkoşîneke mezin derbas bûye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike û gelê Kurd qir bike, aniye ber hilweşînê.
Faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2021'ê de ji bo hilneweşe, tecrîda li ser Rêber Apo şidandiye, zexta li ser gel li her qadê giran kiriye, li zindanan di asteke welê de zext zêde kiriye ku her roj mirov jiyana xwe ji dest didin, bi vî rengî teslîmiyet li girtiyan ferz kiriye, di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên leşkerî zêde kiriye û hewl daye li ser piyan bimîne. Lê belê faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2021'ê de li têkoşîneke xurt rast hatiye. Li dora sekna Rêber Apo li her devera Kurdistanê û cîhanê têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo mezin bûye. Di serî de jin, ciwan û kedkar; gelê me di çarçoveya sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê de, li dijî êrişên faşîzmê di helwesta berxwedêrî û têkoşînê de israr kiriye. Şervanên demokrasî û azadiyê yên li zindanan li hemberî zextên teslîmgirtinê bi ruhê 14'ê Tîrmeha 1982'an sekinînin û bi rengekî eşkere nîşan dan ku wê faşîzma AKP-MHP'ê mîna faşîzma 12'ê Îlonê têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê xwest derbeke stratejîk li gerîlayên azadiyê bixe û bi vî rengî hilbijartinan bike û desthilatdariya xwe dewam bike. Lê belê ewladên fedaî yên gelê Kurd hem li Garê hem jî li Metîna, Avaşîn û Zapê derbên dîrokî il artêşa faşîst dagirker xistin, têkoşîn li her qadê bi pêş ve birin û di sala 2021'ê de zemînê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê amade kirin.

Sala 2021'ê di heman demê de bû ew sal, ku nokeriyê piştgiriya herî zêde di vê salê de da dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Ne tenê di dorpêçkirin û êrişên li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê de, her wiha di dorpêçkirin û êrişên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê de jî cih li gel dijminên Kurdan girtiye. Li Xelîfanê kemîna hate danîn û şehîdxistina 8 gerîlayan nîşaneya şênber a vê yekê ye. PDK'ê bi rewa û normalkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Şengal û Mexmûrê piştgiriya herî mezin da destilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Li hemberî Tevgera me ku piştevan û parastvanê herî mezin ê destketiyên gelê Kurd ên li her cihî ye, PDK'ê dest bi êrişê kir; her wiha bi têkiliya bi dewleta Tirk re ku dijminê statu û destketiyên Kurdan e, li nava gelê Kurd û dostan bû cihê nerazîbûneke mezin. Civîna me, ji bo têkbirina êrişên faşîzma AKP-MHP'ê ya bi piştevaniya DYE'yê, teşhîrkirin û tecrîdkirina hevkarî-nokeriyê weke aliyekî girîng ê têkoşîna me nirxandiye.

DI SALA 2022'AN DE BERXWEDANA BI ZÎHNIYETA CIVAKÎPARÊZIYA DEMOKRATÎK Û AZAD GIRÎNG E

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê tevî ku gelekî teşhîr û tecrîd bûye; tevî ku li derve piştgiriya dewletan, li hundur jî piştgiriya civakê jê re kêm bû, di sala 2022'an de êrişên xwe zêde kiriye û dewam dike. Ji bo karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê wê êrişê bibe ser her cihê ku jiyana demokratîk û azad lê ye.

Ji ber vê yekê civîna me girîngiya berxwedana bi zîhniyeta civaka demokratîk û azadîxwaz a Rêber Apo, gerîla, gelê Kurd, dostan û qadên jiyana demokratîk û azad ên weke Rojava, Şengal û Mexmûrê destnîşan kiriye.

AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Civîna me sekna Rêber Apo û şerê psîkolojîk û taybet ê berfireh ê li ser Rêber Apo tê meşandin, berpirsyariyên me yên li pêşberî Rêber Apo, bicihanîna xeta serketinê ya Rêberê me weke rojeveke cuda nîqaş kiriye. Wezîfeyên ku di sala 24'an a komployê de li ser bingeha azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn destnîşan kir û di vê der barê de biryarên gelekî girîng wergirt.

Di nava dîlgirtina 23 salan a Rêber Apo de pêşî li têkoşîna me nehate girtin, pêşketinên girîng hatin afirandin û nêrînên Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hîn bêhtir belav bû. Her wiha ji bo tevgera me, gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê yên cîhanê cihê rexnedayinê ye ku hîn jî azadiya Rêber Apo nehatiye misogerkirin. Li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, xeta sosyalîzma demokratîk a xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk heta astekê bi gelên cîhanê, jinan û kedkaran re hate nasandin. Di civîna me de tespîta wê yekê hate kirin ku di çarçoveya van nêrînan de li tevahiya cîhanê di têkoşîna îdeolojîk-siyasî de pêşketinek çêbû be jî ev pêşketin ne di asta hêza paradîgmayê de ye ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Ji ber vê yekê destnîşan kir ku rastiya avabûn û zîhniyeta sosyalîst demokratîk a Rêber Apo divê hîn bi berfirehî û bi bandor bê nîqaşkirin û biryarên girîng hatin wergirtin.

2022 YEK JI SALÊN HERÎ KRÎTÎK E

Eşkere ye ku sala 2022'an wê di dîroka me ya têkoşînê de bibe yek ji salên herî krîtîk. Di vê demê de ku Şerê Cîhanê yê 3'emîn dewam dike û êrişên dewleta Tirk a qirker wê zêde bibe, meşandina têkoşînê bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ku xwe dispêre xweparastinê, ji bo parastina destketiyan û têkbirina êrişan şert e. Lewma işaret bi girîngiya vê rêxistinî û sekna hêzên me yên leşkerî û gelê me hate kirin ku vê têkoşîna giran bi ser bixînin. Destnîşan kir ku şaş e pênaseya hêzê tenê weke çek, hêza leşkerî û serweriya teknîkê bê dîtin; hêza esasî projeya jiyana demokratîk û azad a li ser polîtîka, îdeolojiya rast e; têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî xwedî vê yekê ye û serketin wê teqez ya tevgera me ya azadiyê be.
Civîna me bi girîngî bal kişand ser wê mijarê ku kapîtalîzm û modernîteya wê ji bo mirovahiyê û gelê Kurd metirsiyeke mezin e ku divê li dijî wê têkoşîn bê meşandin. 

Modernîteya kapîtalîst civakîbûna ku hebûna mirovan e, belav kiriye û bi madiyatperestî û ezeztiyê pirsgirêkên civakî û çandî ji her demê bêhtir giran kiriye. Kapîtalîzmê û modernîteya wê ji niha ve civak û mirov veguherandine mîna robotan. Nirxên çandî û civakî yên mirovahiyê ku bi hezaran salî hatin afirandin, bêwate kiriye û bi vî rengî tenê mêtingeriya çîna serwer zêde kiriye, jiyaneke ezeztî û madiyatperestî afirandiye. Mîna ku Rêber Apo dibêje, jin a ku çavkaniya jiyanê ye kiriye qralîçeya metayê, xweza jî ya ku jiyana mirovan di nav de ye veguherandiye sergoyê kapîtalîzmê. Vê rewşê, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê; têkoşîna jiyanê ya Modernîteya Demokratîk ji bo civakê û mirovan kiriye têkoşîna hebûnê.

Modernîteya kapîtalîst ji bo tevahiya mirovahiyê herî zêde jî ji bo Kurdan bûye êrişa li ser hebûnê û têkoşînê. Li Kurdistanê erdnîgariya civaka neolîtîk a ku civakbûnê pêşveçûnek mezin lê dîtiye, civakîbûn çavkaniya herî bingehîn a hêzê ya Kurdan e. Kurdan di herikîna dîrokê de her tim bi vê hêza civakîbûnê li ber her cûre êrişan rabûne. Nîv sed salên dawî jî bi vê civakîbûnê re ku PKK'ê bi nirxên nû xurt kiriye, li dijî mêtingeriya qirker li ber xwe didin. Kapîtalîzm bi belavkirina civakîbûnê re vê çavkaniya bingehîn a Kurdan diçikîne. Modernîteya Kapîtalîst bi vî rengî li dijî gelê Kurd veguheriye amûra bingehîn a şerê taybet. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û modernîteya wê ku bi pozîsyona xwe ya dijberiya li Kurdan xizmetê ji hêzên qirker re dike, weke parçeyekî girîng ê têkoşîna me ya demokratîk neteweyî li pêşiya gelê me yê welatparêz e.

SALA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ, AZADKIRINA RÊBER APO Û BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ

Civîna me biryardariya xwe bi rengekî xurt nîşan da ku sala 2022'an ku sala 50'î ya tevgera Apoyî ye, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî yê xwe dispêre xweparastinê, bike sala hilweşandina faşîzmê, azadkirina Rêber Apo û bidawîkirina dagirkeriyê. Her wiha destnîşan kiriye ku ev yek jî bi civaka rêxistinbûyî wê pêk were. Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo sala 2005'an ragihand, bi hêzkirin û xwerêveberiya gel ji xwe re dikir esas ku xwe dispêre civaka rêxistinbûyî. Di vê mijarê de pêşketinên girîng hatibin kirin jî di mijara xwerêveberî û xwehêzkirina rêxistinbûyî ya gel a bi komun û meclîsan kêmasiyên cidî rû dan. Li ser vê bingehê rexne hate kirin ku ji aliyê perwerdekirin, rêxistinkirin û xwerêvebirina civakê ve pêşengiya rast nehatiye kirin. Diyar kir ku ev yek jî ji ber zîhniyeta dewletperest û desthilatdarîperest a bi feraseta sosyalîzma klasîk e ku bawer dike wê bi dewletê xwe bigihîne sosyalîzmê. Her wiha bi taybetî hate destnîşankirin ku gel jî divê ji bo afirandina derfetên jiyanê û rêveberiyê li benda deverekê nemîne. Têkoşîna xurt bi civaka demokratîk a rêxistinî dikare bê meşandin. Destnîşan kir ku serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi gelbûyîneke wiha ve girêdayî ye û diyar kir ku wezîfeya herî bingehîn a dema bê ew e ku li ser bingeha komun û meclîsan sîstema konfederal a demokratîk bê avakirin û ev wezîfe li pêşiya her kesên ku karên KCK'ê dimeşîne hatiye danîn.

Civîna me ya Konseya Rêveber careke din bi berfirehî destnîşan kir ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi qutbûna ji zîhniyeta dewletperestiya netewe, li ser bingeha feraseta Neteweya Demokratîk bi demokratîkbûna hemû welatan dibe. Ji bo vê jî girîngiya têkiliya bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê re destnîşan kiriye û li ser vê esasê işaret bi girîngiya polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd kiriye. Lewma piştgiriyê dide hewldanên hêzên Modernîteya Demokratîk ku bi rêveberiya Sûriyeyê û hêzên demokratîk re dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, Sûriyeyê demokratîk bike û soz dide ku di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Baweriya xwe careke din nîşan dide ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêk tenê li ser bingeha demokratîkbûnê dikarin bêne çareserkirin. Heman nêzîkatî ji bo Îranê jî hatiye destnîşankirin.

Îrade û biryardariya xwe destnîşan kiriye ku demokratîkbûna li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha tifaqa bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, dikare bê kirin. Hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê azadkirina Bakurê Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê; ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna azadkirina çar parçeyên Kurdistanê, parastina destketiyan û demokratîkbûna li tevahiya Rojhilata Navîn e. Lewma di serî de hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bang li hêzên demokratîk, jin û ciwanan ên li Rojhilata Navîn kiriye ku tevlî vê têkoşînê bibin û têkoşînê xurt bikin.

Civîna me ya Konseya Rêveber bang kir ku têkoşîna 23 sal in li dijî komployê bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, di sala 50'î ya tevgera Apoyî de ji 15'ê Sibatê destpê bike heta 8'ê Adarê, Newrozê, Hefteya Lehengiyê, 4'ê Nîsanê, 1'ê Gulanê û tevahiya sala 2022'an, li ser bingeha azadkirina Rêber Apo veguherîne têkoşîna azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî ji şervanên azadiyê yên Apoyî, sempatîzanan, gelê me yê welatparêz û dostan re di têkoşîna wan de serketinê hêvî dike."