Kongreya 4'emîn a HDP'ê dest pê kir

Kongreya 4'emîn a Asayî ya HDP'ê li Salona Sporê ya Enqereyê dest pê kir. Hevseroka dîwanê Tulay Hatîmogûllari got, "Silav be ji berxwedêrên li Îmraliyê, Kandira, Edîrne û hemû zindanên vî welatî li ber xwe didin."

Kongreya Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Enqereyê dest pê kir. Beriya hilbijartina dîwanê Alîkarê Hevserokên HDP'ê Azad Bariş destpêkê axivî.

Bariş got, "Em îro kombûneke gelekî watedar pêk tînin. Wê bibe gaveke xurt ku bersivê bide her kesî. Di vê serdema dîrokî de em ji Serhedê heta Amedê, ji Derya Reş heta Ewropayê, Awûstralyayê û tevahiya Kurdistanê silavên xwe dişînin. Em hevrêyên xwe hemûyan careke din silav dikin. Soza me ye; HDP wê bi ser bikeve, gel wê bi ser bikevin."

Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin. Ji bo hevserokatiya dîwanê jî parlamenter Tulay Hatîmogûllari û Mehmet Ruştu Tîryakî hatin hilbijartin. Tulay Hatîmogûllari bi navê dîwanê axivî û got, "Em kongreya xwe di demeke welê de pêk tînin ku li welatê me azadî mafên mirovan bûne pirsgirêkeke giran. Xizanî zêde bûye. Tundiya li dijî jinê zêde bûye. Mejiyê ku bi tundiyê neçareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike li Iraqê, Sûriyeyê şer û tundiyê li gelan ferz dike. Em gel, bindestên vî welatî bêçare nînin. Çare hêzên demokrasiyê ye, sînerjiya wan e."

Hatîmogûllari got, "Silav be ji berxwedêrên li Îmraliyê, Kandira, Edîrne û hemû zindanên vî welatî li ber xwe didin."

Mehmet Tîryakî jî destnîşan kir ku kongre wê bibe kongreya hêvî û hevgirtinê.

Di kongreyê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyeke rêzgirtinê hate kirin. Kongre bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP'ê dewam dike.