KONGRA-GEL: Zemîna şikandina tecrîdê heye

KONGRA-GEL diyar kir ku rastiya ku komploger nikarin têk bibin ev e ku Kurd li cîhan û herêmê bûne hêzeke pêşeng. KONGRA-GEL got ku “Di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de em dikarin tecrîdê bişkînin û şertên azadkirina Rêber Apo ava bikin.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî de ya ku dixwest di şexsê Rêber Apo de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bike û xeyalên azadiya gelê me tune bike, em hêzên di nav komployê de şermezar dikin.

Rêber Apo yê ku bi berxwedana xwe ya mezin planên hêzên komploger pûç kir, gelê me û tevgera me diparêze, bi paradîgmaya civakî ya ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinan qirkirin şikand, li dijî şertên tecrîdê gelê me û têkoşîna me bi mirovayetiya pêşverû re da naskirin, em bi rêz û hurmet wî silav dikin. Bi vê wesîleyê em careke din şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û şehîdê greva birçîbûnê yên bi têkoşîna xwe ya qehremanî li dora Rêbertî bûn xeleqên ji agir, careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Em têkoşîna gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li ser bingeha li dora Rêbertî bûne xeleq û bi geşkirina têkoşînê komplo pûç kirine, silav dikin û hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz bi bîr tînin. Di heman demê de em têkoşîna gel û dostên xwe yên li dijî faşîzma dewleta Tirk şer dikin jî bi hurmet silav dikin.

‘RÊBER APO PLANA WAN HILWEŞAND’

Hêzên ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn kirin, bi parçekirina erdnîgarî û gelê me, em avêtin ber devê hovîtiya çar dewletên mêtinger. Ev li dijî gelê Kurdistanê komployeke sedsalî ye. Dewleta Tirk piştgirî ji hêzên navneteweyî stend û bi polîtîkayên qirkirinê her cure hovîtî pêk anî. Rêber Apo ev planên hêzên komploger û mêtingeran hilweşand.

Rêber Apo di nav civaka Kurd de ya ku hêviya wan a dahatûyê hatiye şikandin û di warê psîkolojîk tê têk çûye, hêviyek ava kir. Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo bîr, bawerî, mezhep û gelan bû hêvî. Bi têkoşîna azadiyê ya jinan bû mîmarê Kurdên azad û civaka azad. Hêz û qawet da gelê Kurd û civakeke birêxistinbûyî ava kir. Gelên Kurdistanê li ser esasê hêza xweser komploya sedsalî pûç kir.

Hêzên komploger bi vê mebestê 21 sal berê bi konsepteke navdewletî xwestin Rêber Apo dîl bigirin. Hêzên komploger bi esareta Rêber Apo re xwestin polîtîkayên qirkirina gelê Kurd bidomînin. Rêber Apo 21 sal in li Girava Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Li dijî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk têkoşîna Rêber Apo sînorê Rojhilata Navîn derbas dike û li hemû cîhanê ji bo mirovayetiyê dibe hêviyeke mezin. Ji ber vê jî komploya sedsalî ya ku dixwest gelê Kurd bi tenê bihêle, hatiye pûçkirin.

Ev pêşveçûn berhema Rêber Apo ye. Yek ji sedema ku evqasî êrîşî Rêber Apo jî tê kirin ev e. Lê ew çi bikin jî êdî nikarin pêşiya hin geşedanan bigirin. Fikrên Rêber Apo, paradîgmaya civakî ya ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xwe gihandiye mirovayetiya pêşverû.

EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Di sala 22’emîn de em dikarin tecrîdê bişkînin û em dikarin şertên azadiya Rêber Apo biafirînin. Pergala dewleta faşîst ji ber polîtîkaya qirkirina Kurdan li derve û hundir di nav krîzeke mezin de ye. Em ê îsal bi şîara ‘Azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê, demokratîzekirina Tirkiye û Rojhilata Navîn’ li her derê têkoşînê geş bikin. Faşîzma dewleta Tirk li ber hilweşandinê ye.

Di 15’ê Sibatê de di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî de ji bo protestokirina hêzên komploger ronakbîr, hunermend, ciwan û dostên me yên enternasyonal ji çar milan ve ber bi Strasboûrgê ve dimeşin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meşa û mîtînga roja Sêşemê ya li Strasboûrgê bibin.”