KONGRA GEL ji bo Kobanê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî da û got, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelên me û mirovahiya pêşverû pîroz be. Em şehîdên xwe yên bi berxwedana fedayî Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin û rizgar kirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Piştgiriya enternasyonal a bi heybet silav dikin ku mirovahiya pêşverû li 300 bajarên 5 parzemînên cîhanê ji bo Kobanê nîşan da."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Berxwedana Kobanê ji bo mirovên bindest bû mîladek. Têkoşîna ji bo afirandina civakeke alternatîf a demokratîk ku bi pêşengiya jinê tê kirin, li cîhanê deng veda. Tevî çeteyên DAÎŞ'ê, dijminê Kurdan Erdogan ku patronê çeteyan e, têk çû. Bi têkoşîna hevpar a Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkemn, Çeçen ên ji baweriyên cuda, serketineke mezin bi dest ket.

Dewleta Tirk ku bi rengekî bê navber dijminatiyê li Kurda dike, di salvegera 4'an a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de êrîşî Kobanê dike û bi vî awayî êrîşê dibe ser hemû mirovahiyê. Ji ber ku bi hezaran mirovan ji bo belayê li ser mirovahiyê DAÎŞ'ê ji holê rakin canê xwe feda kirin û ev têkoşîn hîn jî dewam dike.

Êrîşa dewleta Tirk a li Kobanê piştgiriyeke vekirî ya ji bo DAÎŞ'ê ye. Em van êrîşan bi hêrs û tundî şermezar dikin. Bang li hemû sazî û hêzên navneteweyî û mirovên alîgirê nirxên hevpar ên mirovahiyê dikin, ku li ber van êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin. Bêdengî hevpariya vî sûcî ye.

BANG: EM PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BIGIRIN

Em vê bangê li gelê xwe û dostên xwe yên enternasyonal dikin;

Li dijî faşîmza dewleta Tirk ku bi rengekî bê perwa êrîşê dibe ser Rêber Apo û hemû nirxên hevpar ên gelê me û mirovahiyê, em xwedî li nirxên xwe derkevin û têkoşînê geş bikin. Faşîzma dewleta Tirk ji aliyê aborî ve têk diçe. Bi geşkirina têkoşînê re em vê têkçûnê di demeke nêz de pêk bînin.

Bi vê armancê; em li dora Rêber Apo û Kobanê li hev bicivin û berxwedana xwe ya dîrokî geş bikin. Li her qadê divê rojeva me ya bingehîn ev be. Ev pêvajo pêvajoya hilweşandina faşîzmê ye. Bi şiyara 'Em tecrîdê rakin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin' em li Kurdistanê û her devera cîhanê pêşî li faşîzma dewleta Tirk bigirin."