KONGRA GEL: Deng bidin berxwedanan zindanan

KONGREYA GEL bal kişand ser berxwedana zindanan û destnîşan kir ku divê berxwedana şikandina tecrîdê tenê bi girtiyan nehê hiştin li her derê gel bibe dengê berxwedêrên li zindanan. KONGRA GEL banga têkoşîna xurt kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî berxwedana gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:

“Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe, berxwedana greva birçîbûnê a dorveger ya girtiyên azadiyê di zindanan de bû 145 roj. Bi heman armancê berxwedana gelê me ya li Wargeha Mexmûrê bû 124 roj û berxwedana penaberên Kampa Lavrionê jî bû 107 roj.

‘ARMANCA ESASÎ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’

Berî her tiştî berxwedanên ji bo Rêber Apo tê meşandinê em hemû berxwedêran pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Berxwedana herî bi wate û pîroz a ji bo Rêber Apo ye. Pîvana jiyaneke azad û bi rûmet, azadiya Rêber Apo ye. Ji bo vê armancê jî pêngava yekemîn şikestina tecrîda li Îmraliyê ye.

‘PÊWÎSTE TÊKOŞÎNA ESASÎ LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALÎ BE’

Dewleta dagirker Tirk bi tecrîda li Îmraliyê li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê bi giştî pêk anî. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku pergala faşîzmê gav bi gav ava bikin, berî her tiştî bi tecrîdeke giran li Îmraliyê pêk anîn. Ji ber vê yekê jî tekoşîna dijî faşîzmê pêwîst e di destpêkê de dijî tecrîda Îmraliyê xwe rêxistin bike. Ji ber lawaziya tekoşînê, girtiyên azadiyê di zindanan de ev berbirsyarî hildan li ser milên xwe.

‘ŞIKANDINA TECÎRDÊ YA TENÊ BI BERXWEDANA GIRTINAN, WÊ WIJDANÎ YE; DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARIYÊN XWE RABE’

Lê belê eger em şikestina tecrîdê tenê bi berxwedanên zindanan bixwazin, ev ne wujdanî ye û ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e gelê me vê berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkeve. Pêwîst e hêzên dijî faşîzmê, li Kurdistan û li Tirkiye û li derveyî welat, bibin dengê berxwedana hezeran girtiyên azadiyê yê li zindanan.

‘LI HER DERÊ BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRÊN LI ZINDANAN’

Şikestina tecrîda li Îmraliyê pêngava yekemîn a pêngava “dema azadiyê” ye. Şikestina tecrîdê bi awayekî daîmî, bingeha têkçûna faşîzmê û dagirkeriyê pêkan e. Têkçûna faşîzm û dagirkeriyê, azadiya Rêber Apo û ya gelê me ye. Li ser vî esasî em ji gelê xwe re bang dikin ku li hemû deveran bibin dengê berxwedêrên li zindanan."

‘PERGALA FAŞÎZAN A TIRK Û TIFAQÊN WÊ YE TEHŞÎR BIKIN’

Em di vê demê de bi çalakiyên dewlemend seferber bibin. Di derbarê rewşa Rêber Apo û berxwedanên zindanan de raya giştî agahdar bikin. Pergela faşîzma dewleta Tirk û tifaqên wekî Yekîtiya Ewropa teşhîr bikin. Dost û hevalbendên xwe mezin bikin.