KONGRA GEL: Bila her kes xwe ji AKP'ê vegire

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Remezanê peyam da û bang li her kesî kir ku xwe ji AKP'ê vegirin.

Di peyama KONGRA GEL de hate gotin, "Em Cejna Remezanê li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, li temamiya alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna pîroz wê ji bo piştgiriya neteweyî û civakî ya gelê me bibe wesîle."

KONGRA GEL diyar kir ku di nava şert û mercên giran de ew cejna îsal pêşwazî dikin û wiha dewam kir: "Rêber Apo cejneke din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de pêşwazî dike. Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve, yanî bû salek û neh meh bi ti awayî em agahiyê ji Rêber Apo nagirin. Ji ber dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî beşeke mezin a gelê Efrînê di nava rewşeke gelekî giran de, beşa din jî li Şehbayê di kampan de bi zor û zehmetî cejnê pêşwazî dikin.

Parlamenter û hevşaredarên ku bi vîna gelê me hatine hilbijartin, rojnamevan, rewşenbîr û bi hezaran siyasetmedarên ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve dîl hatine girtin, li zindanê cejnê pêşwazî dikin.

Ev cejn di nava şert û mercên giran ên Rewşa Awarte de tê pêşwazîkirin. Ji bo cejn bibe wesîleya piştevanî û yekîtiya neteweyî û civakî ya gelê me, divê hemû welatparêz û mirovên têgihiştî bi xurtî bixebitin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê mûxalefeta neteweyî û civakî bi rêxistin bikin."

ZILM Û KOMKUJÎ HÊ JÎ DI BÎRA GELÊ ME DE NE

KONGRA GEL bi bîr xist ku Cejna Remezanê di rojên dawî yên karê hilbijartinê de tê pêşwazîkirin û got, "Ji ber vê yekê, di serdan û pîrozbahiyên cejnê de, wê bi taybetî girîngiya vê hilbijartinê ji bo gelê me bê nirxandin."

Di dewama daxuyaniya KONGRA GEL de hate gotin, "Zilm û komkujiyên ku desthilatdariya faşîst û dijminê mirovan Erdogan-Bahçelî ya li Kurdan û mirovahiyê kiriye, di bîra gelê me de ne. Divê Cejna Remezanê bibe wesîleya hesabpirsîn û rêxistinbûna gelê me ya li dijî van kujerên dijminê Kurdan.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, Îslamê ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe mîna paçekî nixumandinê bi kar tîne. Hemû nebaşî; gendelî, dizî, talan, komkujî, zilm, derew, yanî siyaseta xwe ya li dijî Îslamê bi paçikî dinixumîne. Li Tirkiyeyê ti ji desthilatdaran bi vî rengî zerar nedane çand û ola Îslamê, nedane civaka Misilman. Li dijî heramiyên qesrê yên zilmê li gelê me dike û dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, divê cejn bibe wesîleya rêxistinbûna gelê me û hesabpirsîna di hilbijartinê de."

'DIVÊ HER KES XWE JI AKP'Ê VEGIRE'

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL diyar kir, ji bo hesab ji desthilatdariya Erdogan û AKP'ê ku dijminatiyeke mezin li gelê Kurd dike bê pirsîn, ev hilbijartin firsendeke mezin e. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Divê gelê me bi xurtî hesab jê bipirse. Çawa ku mirov derdorê ji mîkrobeke nebaşî û nexweşiyê paqij dikin, divê gelê me jî Kurdistanê ji AKP'ê paqij bike. Pêwîste her kes xwe ji AKP a ku gelê me dikuje û dijminê Kurdan, xwe vegirin û kesek bi vê qirêjiyêa xwe gemarî neke. Divê gelê me rezîlên ku bi vê qirêjiyê ketine jî ti carî ji bîr neke.

Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku cejna Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê. Xêra herî mezin jî hilweşandina faşîzma Erdogan û AKP'ê ye. Bi vê bîr û baweriyê, em cejnê careke din bi dil û can li gelê xwe pîroz dikin."