KONGRA GEL: 2022 wê bibe sala azadiyê

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku şert û mercên têkçûna faşîzmê çêbûye û destnîşan kir ku li gel pêngava dîrokî ya gerîla, eger pêngava gel a civakî jî pêk were wê sala 2022'an faşîzm teqez têk biçe.

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Em sala 2022'an; di serî de li Rêber Apo, gelên Kurdistanê, tevahî hevalan, dostên me û mirovahiya pêşketî pîroz dikin. Hêvî û baweriya me ew e ku sala nû bibe wesîleya têkçûna rejîma faşîst a dewleta Tirkiyeyê, bibe wesîla azadiya Rêber Apo û ya gelê me."

Peyama KONGRA GEL wiha dewam kir:

"Em şehîdên xwe yên sala 2021'ê bi rêzdarî bibîrtînin. Soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em ji bo armancên wan pêk bînin, ji her demê bêhtir niha nêzî azadiyê ne. Şehîdên me li her deverê bi berxwedaneke bêemsal, di têkbirina plana dewleta faşîst a çokdanînê de dewra xwe ya dîrokî pêk anîn.

'NEYARTIYA DEWLETA TIRK A LI GELÊ KURD, DI SALA 2021'Ê DE GIHÎŞT ASTA HERÎ JOR'

Di sala 2021'ê de neyartiya dewleta Tirkiyeyê ya li dijî nirxên gelê Kurd, gihîşte asta herî jor. Ziman, çand, dîrok, cenazeyên şehîdan, êrişên zindanan, nirxên manewî-civakî-neteweyî, her tişt bû hedefa dewletê.

Dewleta Tirkiyeyê di sala 2021'ê de pênc caran cezayên dîsîplînê dan Rêber Apo. Li Îmraliyê siyaseta tecrîda giran bê navber berdewam kir. Dewlet êdî di zindanan de girtiyên azadiyê înfaz dike, zext û zulm gihîştiye asta teqandinê.

Dewleta Tirkiyê di sala 2021'ê de bi êrişên xwe ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê diyar kir ku dijminê herî mezin ê hebûna gelê Kurd e. vê rewşê careke din diyar kir ku ku ji bo çareseriya pirsgirêkên çar perçeyên Kurdistanê; berî her tiştî pêwîst e rejîma faşîst a dewleta Tirkiyeyê têk biçe. Heta ku ev rejîma faşîst têk neçe, ji bo gelê Kurdistanê azadî û aramî çênabe.

'PDK'Ê HEMÛ DERFETÊN XWE XIST BIN XIZMETA DEWLETA TIRK'

Di sala 2021'ê de PDK’ê jî bi tevahî derfetên xwe ên eskerî, aborî, siyasî, îstîxbarî yanî di hemû aliyan de hevkariya dewleta Tirkiyê kir. Hevkarî û xizmeta dewleta Tirkiyê, bi giştî ji bo gelê Kurdistanê xeteriya herî mezin e. Gelê Kurdistanê hevkarî û nokeriya 'dujminê mezin' wek îxanet dizane û bi hîç awayekî qebûl nake. Rejîma faşîst a dewleta Tirkiyeyê zû dereng her yê têk biçe, hevkarên wî jî ê têk biçin. PDK çiqasî zû xwe ji hevkariya dewleta Tirkiyeyê dûr bixe, ev hem ji bo PDK’ê hem jî bo gelê Kurdistanê qezenceke.

Bi berxwedana Rêber Apo, gel û gerîla; di sala 2021'ê de di navbera me û dewleta Tirkiyeyê de şer gihîşt asta herî jor. Dewleta faşîst ji bo di vî şerê qirêj de encam bigre, vê salê bi hemû derfetên xwe êriş kir.

'GERÎLAYÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK KONSEPTA DEWLETA TIRK TÊK BIRIN'

Di sala 2021'ê de dewleta faşîst li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê bênavber êrişên xwe li ser gel û gerîla dewam kir. Li hember gerîla çekên kîmyewî her tim kar anî. Lê belê tevî hemû êrişan jî dewletê encam negirt û konsepta dewletê têk çû. 

Li hemberî êrişên dewletê berxwedana gerîla jî gihîşt asta herî jor. Gerîlayên modernîta demokratîk, di şerê 2021'ê de konsepta şerê teknîkê ya dewletê bêencam hiştin. Bi taybetî li Garê, li Metîna-Zap-Avaşîn û bi giştî li Zagrosan, berxwedana gerîla di dîroka têkoşîna me de bû mîladeke nû. Li ser vê bingehê jî berxwedana gerîlayên hemdem bi serketî dewam dike.

'XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO LI CÎHANÊ BELAV BÛ'

Di sala 2021'ê de çawa ku êrişên dewletê zêde bûn, li hemberî vê jî bi hemla 'dema azadiyê' xwedî derketina Rêber Apo li cîhanê di nav hêzên demokratik û rêxistinên medenî de belav bû, mezin bû. Di qada navnetewayî de dost û hevalên Rêber Apo, dilsozên paradigmaya azadiyê, li kampanya 'dema azadiyê' xwedî derketin. Ev jî diyar dike ku bi vê kampanyayê rewşa Rêber Apo di sala 2022'an de li cîhanê wê bibe xaleke sereke.

Dîsa sala 2021'ê pêşketinek girîng a din jî destpêkirina kampanya dijî lîsta terore bû. Li gel Kampanyayên 'dema azadiyê' û 'dijî lîsta terore', bi xebatên teşhîrkirina çeken kîmyewî û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê, em dikarin bêjin ku sala 2021'ê ji bo rejîma faşîst a dewleta Tirkiyeyê, bû saleke zor û zehmet.

'DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê WÊ TÊK BIÇE, WEKÎ DIN ÇARE NÎNE'

Taybetmendiya sala 2021'ê ji bo gelê me, em dikarin bêjin ku bi berxwedana Rêber Apo, gerîla û gel, siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya sed sale li ser gelê Kurd dimeşîne têk çû. Her çend hikumeta AKP-MHP hewl didin emrê desthilata xwe dirêj bikin jî lê çare nîne, wê têk biçin.

Ji ber şerê Kurdistanê aboriya Tirkiyê têk çû. Krîza aborî, siyasî û civakî gihîşt asta herî jor. AKP-MHP ji bo şerê Kurd finanse bikin, bi deste mafya û çeteyan bazirganiya narkotikê kirin û hê jî dikin. Dewlet di nav çete û mafya de hatiye parvekirin. Gendelî, dizî, bêedeletî, zordarî gihîştiye asta jor. Têkçûna civakê her diçe kûr dibe.

'ARMANCA HERÎ STRATEJÎK A 2022'AN BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'

Em dikarin bêjin ku ev rewş, rewşa dema têkçûna faşîzmê ye. Di vê pêvajoyê de ji bo ku têk neçe faşîzm wê hîn bêhtir êrişkar be. Ji ber vê yekê jî sala 2022'an ji bo gelên Kurdistanê û hêzên demokratik û şoreşger, hedefa herî stratejik rêxistinkirin û bilindkirina têkoşîna dijî faşîzmê ye. Pêwîste hêzên demokrasiyê nehêlin ku faşîzm nefes hilde û emrê xwe dirêj bike.

Heta ku pergala faşîst a dewleta Tirkiyeyê têk neçe, her tim ji bo gelên çar perçeyên Kurdistanê gef û xeterî wê hebe. Li ser vî esasî em dibêjin ku şert û mercên têk çûna faşîzmê çêbûye. Gerîla bi hemla xwe ya dîrokî şerê dijmin kilît kiriye. Eger hemleya gel a civakî jî pêk bê, yanî hemla gerîla û ya gel hev temam bike, di sala 2022'an de têkçûna faşîzmê yeqîn dibe.

Li ser vê bingehê; ji bo ku sala 2022'an ji bo Rêber Apo û gelên Kurdistanê bibe sala azadiyê, ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî bibe sala demokrasiyê, di tekoşîna sala 2022’an de ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê serketinê dixwazin û car din sala we ya nû bi dil û can pîroz dikin."