Konferansa zanîngehên Rojava di roja duyan de ye

Konferansa zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo avakirina hîndekariya hevpar kete roja duyan.

Zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi konferansê re hîndekariya bilind, arîşeyên wê û pergala wê ya azmûnê gotebêj dike.

Konferansa ku ji hêla Zanîngehên  Rojava, Kobanê, Efrînê û Akademiya Mezopotamyayê ve hatî amadekirin li kampûsa sereke ya Qamişlo, li Zanîngeha Rojava tê kirin.

Di roja pêşî ya konferansê de raporên sê zanîngehan hatin xwendin û li ser wan gotebêjî hatibûn kirin.

Di roja pêşî ya konferansê de gelek akademisyen ji derveyî welat bi rêya Skypeyê tevlî konferansê bûbûn û her wiha belgeyên pêşnûmeyên li ser hîndekariya bilind hatibûn xwendin.

Di roja duyan de gotebêjiyên li ser van belgeyên pêşnûme wê bidomin.