Konferansa li PE: Divê em îlhamê ji Kurdan bigirin!

Di konferansa Kurdan a 15’an a li Parlemetoya Ewropayê de, hate gotin ku divê li derdorî têkoşîna Kurdan piştgiriya navneteweyî bê xurtkirin. Ventûrînî got: “Divê em ji Kurdan îlhamê bigirin.” Mîley jî anî ziman ku Kurdan xeyalên şoreşê zindi kirin.

Konferansa 15’an a bi mijara Kurd, Tiriye û Yekîtiya Ewropa a li Parlementoya Ewropayê hate kirin panlela duyem bi sernavê ‘Xurtkirina piştgiriyê’ hate kirin. Di panela yekem a danê sibê de hate kirin, rewşa mafê mirova al i Tirkiyeyê hate destgirtin, hate gotin ku Tirkiye ji dewleteke ya hiqûqê derketiye û hate tesbîdkirin ku ne li gor Destûra Bingehîn kar dihate bi rê ve birin.

Di panela duyê de, nirxandin li ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rola Ocalan a çareseriya krîzan, biryarên dadgehên navneteweyî û piştgiriyeke nû ya navneteweyî hatin kirin.

GLYNN: KURDAN RÊYEKE NÛ DÎTIN

Moderator hunermed û aktivîst sarah Glynn got: “Tevgerên çep ên cîhanî di rewşeke ku rêyên xwe winad kirine. Kurdan rêyeke nû dîtin. Divê em biçûk neyê dîtin. Mijara Kurdan heman demê mijara me ye jî. Pêwîsiya Kurdan bi piştgiriyê heye, divê em piştgiriyê xurt bikin.”

VENTÛRÎNÎ: HETA KURD AZAD NEBIN EZ AZAD NABIM

Endamê Desteya Piştgiriya Ensîtîtûya Navneteweyî ya ji bo Ekolojiya Civakê û Delegasyona Aştiyê ya Îmralî Federîco Ventûrînî li ser piştgiriyeke navneteweyî ya nû nirxandin kir û got: “Em nikarin Kurdan terk bikin, enceq em ji wan îlham bigirin. Heta Kurd azad nebin ez jî azad nabim, divê piştgirî bê xurtkirin. Ez kesekî enternasyonlîstim. Divê hemû cîhan bi hev re kar bike. Divê di nava têkoşînê de piştgirî hebe.” Ventûrînî bal kişand ser modela Konfederalîzma Demokratîk û wiha pêde çû: “Di roja me ya îro de gelek pirsgirêk bi modela Konfederalîzma Demokratîk hatine çareserkirin. Ev model ji bo karesatên ekolojîk, ji bo Katalan û Skoçyayê jî çareserî ye. Divê em piştgiriya xwe ya herdemî bi Kurdan re bidomînin.”

RAHÎBÊ ÎRLANDAYÎ: HETA PKK JI LÎSTEYÊ NEYÊ DERXISTIN EDALET LI SER RÛYÊ ERDÊ PÊK NAYÊ

Endamê Delegasyona Aştiya Îmralî û Komîsyona Aşît û Edalet a Westmînîsterê ku 45 sal in Rahîbekî yê Katolîk ê Îlanadayê Reo Ryan jî li ser mijara ‘Her çendî Kurd ji me hê jîrtir jî bin, ji bo wan divê me mafê axaftinê bigirin’ nîqaş kir. Ryan bal kişand ser rewşa Ocalan û ev nirxandin kir: “Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Ji bo aştiyê xala kilît e.” Ryan ê daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî kir û got: “Heta PKK ji lîsteya terorê neyê derxistin, edalet li ser rûyê erdê pêk nayê.”

Ryan anî ziman ku dewleta Tirk nasnameya Kurdan qirkiriye, gelê Kurd tenê li dijî vê li ber xwe nade.

JI BO AZADIYA OCALAN KAMPANYAYA NAVNETEWEYÎ

Li ser navê Sendîkaya Îrlanda û Brîtanyayê Ûnîte Clare Baker axivî bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Ocalan ên li Brîtanyayê dane destpêkirin û anî ziman ku li Îngîltereyê bi hevkariya sendîkayên navneteweyî û neteweî kampanyaê bi rêve dibin û got: “Ramanên Ocalan ji bo sendîkayên Îngilîz jî çavkaniye. Bi saya xebatên Ocalan û Kurdan em hê zêdetir xwe digihînin girseyên mezintir. Wê sala 2019’an bi tevlîbûna 150 hezar keslî ku sendîkayeke ya karkeran e wê balê bikişînin ser rewşa Ocalan. Kurd wê ti demê neyên helandin, em ê her demê li gel wan cih bigirin.”

ŞAKAR: LÎSTEYA TERORÊ ASTENGIYA LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ YE

Ji MAF-DAD’ê yek ji parêzerên destpêkê yê Ocalan Şakar wiha got: “Yek ji astengiyên herî girîng li pêşiya çareseriyê xistina PKK’ê di nava ‘lîsteya terorê’ ya welatên Rojavayî ye. Di demeke ku şer û tundî nebû PKK xistin nava lîsteya terorê. Yek ji faktorên herî mezin a çareseriyê asteng dike nêzikatiya Konseya Ewropa ya beramberî doza Kurd û PKK’ê ye. Ji bo kurdên li Ewropayê jî lîsteya terorê weke amûrekê ya zextan tê bikaranîn.”

PIŞTEVANIYA QEDEXEYA LI ELMANYAYÊ JÎ JI HOLÊ RABÛ

Şakar bi domdarî got: “Siyaseta lîsteya Konseya Ewropa bixwe binpêkirinek ya mafan e û veguheriye amûra zextan. Dozekî dîrokî di lîsteyê de hatiye şidandin û bi vê re destek ji do dewleta Tirkiyê tê dayîn. Dadgehê hemû argumanên ku PKK’ê digre nava lîsteya terorê red kir. Di wateya politîk de ji xwe tu rewabûna lîsteyê nemaye lê bi biryara Dîwana Edaletê re jî tu piştevaniya hiqûqî jî nemaye. Divê dawî li qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê were û bi biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê re jî piştevniya vê qedexeyê ji holê rabûye.”

JEFREY: JI BO PÊŞEROJA MIROVAHIYÊ TÊKOŞÎN

Di panela duyemîn de jî qisekerê dawî Endamê Perwerdehiya Zanîngeha Cambrîdge Thomas Jeffrey Mîley bû. Mîley bi sernavê ‘Ber bi piştevaniya nû ya navnetewî ve...’ semîner da. Mîley got belavkirina fikrên Ocalan gelek girîng e û wiha domand: “Têkoşîna hebûna mirovahiyê ya azadiya Kurd di rastiyê de têkoşîna ji bo pêşeroja mirovahiy^eye.”

KURDAN XEYALÊN ŞOREŞGERÎ JI NÛ VE HIŞYAR KIR

Mîley diyar kir ku berxwedana Kobanê ‘Xeyalên şoreşgeriyê ji nû ve hişyar kir’ û got divê hemû kes li ser tevgera Kurd lêkolînan bikin. Mîley têkoşîna Kurd weke ‘têkoşîna bi qehremantî’ nirxand û got îro pêve tiştek mîna vê nîne.

‘OCALAN REWŞA MIROVAHÎ YA BERXWEDANÊ YE’

Mîley ji bo Ocala got: “Rewşa mirovî ya berxwedanê’ ye û bal kişand li ser jiyana li Rojava ya bi fikrên Ocalan. Miley wiha domand; “Ji bo me ji bo demokrasiyê modela yekem pêşkêş dike. Divê em payama konfederalîzma demokratîk belav bikin. Şoreş wê bijî em neçarin belav bikin.”

Konferans wê 6’ê Kanûnê dîsa li Parlamentoya Ewropayê bidome. Di 3 rûniştinên roja Pêncşemê de wê li ser krîza li Rojhilata Navin û çareseriya tewera Kurd rawestin.