Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê dest pê kir

Di Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê de ku li Dêrikê tê lidarxistin, li ser azadkirina zanistiyê û xurtkirina rêxistinbûna jinê mesaj tên dayin. Her wiha silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir ku rêya rizgariya ji kaos û şerê li herêmê, pêşvebirina zanistiya li dora jineolojiyê ye ku bi zîhniyeta jinê û pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirî.

1. Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê pêk tê. Konferans bi dirûşma "Jineolojî bi xwezaya jinê rastiya civakê ronî dike" bi beşdariya 200 delegeyî tê lidarxistin û wê 2 rojan bidome.

JINÊN JI HER GELÎ TEVLÎ BÛN

Tevî jinên li navendên lêkolînê yên Jineolojiyê dixebitin, aktîvîst û akademîsyenên jin ên li qadên cuda dixebitin tevlî konferansê dibin. Jinên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen, Tirkmen û ji baweriyên cuda cihê xwe di konferansê de digirin. Her wiha ji Elmanya, Îtalya, Fransa, Îngilîstan û gelek welatên din jî jin tevlî konferansê bûne. Konferans ji aliyê jinên di nava Hêzên Xweparastinê yên Bakurê Sûriyeyê de cih digirin tê parastin.

Konferans li salona Çand û Hunerê ya li bajarê Dêrikê pêk tê. Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Şîlan Kobanê, Andrea Wolf û jinên di şoreşa Kurdistanê û şoreşên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane hate xemilandin. Li dika salonê jî posterên Rosa Luksembûrg, Zeynep Kinaci û yek ji zanyarên jin ên destpêkê yê dîrokê Hypatîa hatin daliqandin.

Li salona konferansê ku gotina jinê ya bi nêrîna Jineolojiyê derdikeve pêş, peyamên "Serdema modernîteya demokratîk, şoreş û şaristaniya jinê ye", "Jin, jiyan, azadî", "Bi Sarayan ber bi îradeya azad ve", "Azadî nebe exlaq û estetîk jî nabe", "Bi Nalînan em xweparastina xwe xurt dikin" hatin dayin.

YÛSIF: ZAYENDÎPERESTÎ Û NETEWEPERESTÎ JINAN DIKUJIN

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif axivî. Yûsif bi Kurdî silav da û axaftina xwe bi Erebî dewam kir. Foza işaret bi girîngiay kombûna jinên azadîxwaz û têkoşerên ji bo wekhevî û edaletê kir û beşdar û amadekarên konferansê pîroz kir.

Yûsif, "Welatê me di nava şer de ye. Ji ber zayendîperestî, olperestî û neteweperestî her roj jin tên kuştin. Sedema bingehîn a şer ev zîhniyet e." Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got, "Zîhniyeta sereke ya şerê li Bakurê Sûriyeyê diqewime ev e. Zîhniyeta mêr dibe sedem ku li erdnîgariya me şer biqewime."

SLAV LI OCALAN HATE KIRIN

Foza Yûsif diyar kir ji bo ku ji şer û kaosê derkevin pêdivî bi nerîneke nû heye û ev jî nerîna jineolojiyê ya bi nerîna jinê ye û domand: "Pêdivî bi  teoriyeke nû heye ku nerîna jinê temsîl bike. Ez Rêber Apo slav dikim ku ji hemû jinan re bû hevrê, bi felsefeya jiyanê û têkoşînê wêrekiya azadiyê da wan û her demê ji bo ku rêxistiniya jinê ava bibe ked daye. Tim pirs kir bê ka jiyan divê çawa were jiyîn, pirs kir bê ka divê jinek, mêrek çawa bijî. Zanista jinê jineolojî jî yek ji xebata herî xurt a teorîk e ku Rêber Apo raber kiriye."

'DIVÊ ZANIST WERE AZADKIRIN'

Yûsif diyar kir ku jineolojî nerîneke nû, ramaneke nû ye û got, "Çareserî û rameneke dî ji arîşeyên berdest re tîne. Bi rastî jî jîneolojî tekane adrês e ku dikare çareseriyê ji arîşeyan re bîne. Tekane adrêsa ku şanî me dide em ê ji kû û kengî dest pê bikin jîneolojî ye. Xebatên hevalan ên di vê biwarê de pir girîng in. Ji ber ku bi van xebatan em hîn dibin ku bi civakê re em ê çawa bidin û bistînin. Ji bo vê divê em zêdetir rê ji jîneolojiyê re vekin. Em dibêjin divê zanist were azadkirin, divê em zanistê ji xizmeta desthilatdariyê derxînin."

Yûsif anî ziman ku jinan bi berdêlan rêyeke nû vekirine, bal kişande ser talokeyan û got divê raman û hilberîna li dor nerîna jîneolojiyê were avakirin û got, "Ji bo ku em destkeftiyên xwe yên ku bi berdêl û têkoşînê hatine avakirin bi dest ve bernedin û nehêlin ku werin pûçkirin, divê em rêxistiniya xwe geş bikin û xebatên teorîk pratîk geş bikin."

Foza Yûsif bi berdewamî got, "Ez neviyên Zenûbya, Îştar, Zeynep slav dikim. Bila rêya me vekirî be."

Li hêwanê gelek kes hazir bûn, ji gelên cuda her kes bi cil û bergên xwe hazir bûn û gelek caran cihê vala li hêwanê nedima.

RAMANÊN OCALAN HATIN ŞOPANDIN

Li konferansê peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ahte xwendin û piştre sînevizyoneke derbarê jîneolojiyê hate nîşandan, ku di sînevizyonê de Ocalan dinirxîne bê ka çima jîneolojî hewce ye.

Piştî firavînê raporên akademiyên jîneolojiyê wê werin xwendin, sînevîzyon werin nîşandan, analîza sosyolojîk a berî û piştî şoreşa Rojava wê were xwendin û nîqaş werin kirin.