Konferans ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng bû

Beşdarên Konferansa Jinên Kurd a li Moskowayê gotin, konferansa ku wan li dar xistin ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng bû.

Jinên ku tevlî konferansa jinên Kurd a li Rûsyayê bûn, ji ANF’ê re konferans nirxandin.

Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Jûlyeta Aram: "Bi tevlêbûna gelek jinên ji herêmên cihên yên Rûsyayê em konferansa xwe li dar dixin. Di pêvajoyeke wisa hesas de em hatin gel hev û me rojeva li Kurdistanê nirxand. Yek ji xala sereke ya konferansa me jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em ji tendirustî û ewlehiya Rêbertiya xwe bi fikar in. Di serî de CPT divê hemû hêzên navneteweyî têkevin dewrê.

Xaleke din a girîng jî ev e ku, em Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî li dar bixin. Em hêvîdar in ev konferans wê ji bo Kongreya Kurd a Neteweyî bibe destpêkeke girîng. Heke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin ew ê azadiya xwe bi dest bixînin."

Endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Dîlbera Rustem; "Gelekî girîng e ku di pêvajoyeke wisa de em tên ba hev û kêşeyên xwe bi awayekî demokratîk em dinirxînin. Em jî Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, me konferansa jinan li dar xist. Ez hêvîdar im piştî konferansên li her çar parçeyan wê Kongreya Jinan û Kongreya Neteweyî ya Kurdan bicive."

Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyyayê Kurdistan Lezgiyeva: "Konferansa me beriya her tiştî êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila kiryarên vê êrîşê bidarizînin.

Jinên ku ji cihên cuda yên Rûsyayê hatin, nirxandinên girîng kirin. Herî zêde rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rojevê. Wekî ku tê zanîn ji mêj ve li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye.

Rojeveke din a girîng jî êrîşên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bû. Di demên dawîn de gelek bajarên Kurdan teslîmî hêzên Iraqê hate kirin û vî tiştî li ba Kurdan şikestinek çêkir. Ji bo ev tişt dubare nebe, divê yekîtiya neteweyî were lidarxistin."

Hevseroka Otonomiya Çandê ya Kurd a Novoalaksandrovskî Nazê Bazûyeva: "Di konferansa me de gelek tiştên girîng hatin nirxandin. Bi taybetî ji bo sekinandina asîmîlasyonê û pêşvebirina çanda Kurd  fikrên girîng derketin holê. Li cihekî wekî Rûsyayê zindîkirina çanda me ya Kurdan gelekî dijwar e. Ez bawer im bi van konferans û nîqaşan ew ê gelek tişt bi pêş ve biçin."