Komxebata Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Koyê destpê kir

Komxebata Zimanê Kurdî ya bi hevkariya Komîsyona Ziman a KNK'ê li Zanîngeha Koya ya Beşa Ziman ve hate organîzekirin, bi tevlîbûna mamoste, zimanzan, siyasetmedar, rewşebnbîr, qiseker û xwendevanan destpê kir.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyê bi hevkariya Komîsyona Ziman a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komxebatek berfireh a navneteweyî hat lidarxistin. Komxebat li ser rewşa niha ya zimanê Kurdî û astengiyên li pêşiya wê nirxandin hate kirin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Destpêkê peyama Serokê Desteya Zanko hate xwendin. Di peyamê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û ev hate gotin: "Divê hemû hewl bê dayîn ji bo zimanê Kurdî li her derê bê bikaranîn."

Piştre Serokê Zankoya Koyê Dr. Welî Mehmûd peyama xwe da û got: "Mafê her kesî heye fêrî zimanê xwe bibe."

Mehmûd rexne li giringî pênedana zimanê Kurdî kir û wiha pêde çû: "Kêmaniya mezin a me ye, me ziman zeîf kir. Divê giringî bi ziman bê dayîn."

Zeyneb Mûrad Hevseroka KNK'ê diyar kir ku ziman û çand du hîmên esasî yên civakê ne û têkoşîn ji bo vê tê kirin. Zeyneb Mûrad anî ziman, gelê Kurd û dayîk girîngiyek mezin daye zimanê Kurdî. Mûrad diyar kir ku zimanê Kurdî xwedî dewlemndiyeke mezin a devok û zaravane û got: Dagirkeran tim xwestiye ziman tine bike, lê gelê Kurd li ber vê berxwedan daye û mînaka vê jî mamoste Zara ye." Zeyneb Mûrad anî ziman ku divê li her derê Kurdî bê axaftin."

Panela yekem wê li ser rewşa zimanê Kurdî be ku Hîwa Selam Xalid jê re moderatoriyê dike. Di beşa destpêkê ya panelê de Prof. Cehfer Şêxolîslamî li ser siyaset û zimanê Kurdî axivî.

Panel bi nirxandinên qisekeran mamoste Renge Nayîb Hesen, Hemîd Dilbihar, Dr . Azad Baxewan dewam dike.