Komxebata Ziman a li Zanîngeha Koye bi dawî bû

Komxebata Zimanê Kurdî ya bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê li zanîngeha koyê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Piştî nîvro komxebat bi panela sêyemîn dom kir.

Telar Sebah moderetoriya panela sêyemîn a bi dirûşma ‘Têkiliyên ziman, werger û çapemeniyê’ birêve bir.

Şêrko Heme Emîn li ser polîtîkaya weşan û medyayê ya li ser ziman nirxandin kir û behsa zimanê medya û weşanê kir.

Haşim Ehmedzade têkildarî karê wergerê ya li ser ziman axaftinek pêşkêş kir û diyar kir ku divê zêdetir giringî bi wergera ziman bê dayin. Her wiha divê li hemû zanîngehan beşên wergerê bên vekirin.

Mamoste Ala Dara Ebdilmecîd jî  li ser taktîk û îrfanê nirxandinek pêşkêş kir.

Di dewama panelê de beşdarvan pêşniyar û pirsên xwe arasteyî qisekeran kir.

Hin xalên derketî pêş wiha ne;

-Divê siyaset û plana ji bo pêşxistina ziman a hikumeta herêmê û dezgehên peywendîdar - hebe.

Nûnerên Kurd li Bexda kar li ser pêkanîna madeya 4 a zimanê Kurdî ya herêmên madeya 140 bike.

-Hikûmeta herêm û saziyên peywendîdar pêwîste liser diyalektîkên cuda yên Kurdî  û têkiliyek li seranserê her çar parçeyan bisekine.

-Hikûmeta herêmê pêwîste ji vir û pêde li zanîngehên zanistî jî waneya zimanê Kurdî bide.

-Hikûmeta herêma kurdistanê pêwîste li ser vê bixebite ku her kesê biyanî fêrî Kurdî bikin.

-Berfirehkirina beşên zimanê Kurdî li Zanîngehan.

-Hewldana Parastina hemû devokên Kurdî.

-Têkiliya di navbera parçeyan bê xurtkirin.

-Xebata ji bo xurtkirina ziman li hemû qadan.

Herî dawî yên tevlî panelêbûn hatin xelatkirin.