Komxebata ‘Têkoşîna Dijî DAÎŞ’ê’ bi encamnameyekê dawî bû
Komxebat bi encamnameya ku divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bê xurtkirin, yekîtiyek navbera Rêveberiya Xweser, Herêma Kurdistan, Iraq û dîsa avakirina dadgeheke navneteweyî bi dawî bû.
Komxebat bi encamnameya ku divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bê xurtkirin, yekîtiyek navbera Rêveberiya Xweser, Herêma Kurdistan, Iraq û dîsa avakirina dadgeheke navneteweyî bi dawî bû.
Bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û akademîsyen li Otela Dawa ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ hate kirin.
Komxebat piştî du rûniştin û nîqaşên hem panelîst û hem jî beşdaran bi encamnameyekê dawî bû.
Encamnameya Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ wiha ye:
Îro li bajarê Silêmaniyê bi navnîşana ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ bi tevlîbûna kesayetên siyasî, akademî, rewşenbîr ên herêma Kurdistan, Rojava û Iraqê hate kirin.
Armanca vê komxebatê ev e ku ji bo alî û hemû kesên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê taybet li dijî terorê, di derbarê metirsiya DAÎŞ’ê ya Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Kurdistan, Iraq û hemû aliyên berpirsyar agahdar bikin.
Daxwaz dikin ku hemû alî û hêzên herêmî û cîhanî di mijara têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çareseriyeke lezgîn ji bo girtiyên DAÎŞ’ê yên li Girtîgeha Sînana û malbatên wan ên li nava kampan bên peydakirin.
Xalên esas ên di komxebatê de derketin pêş wiha ne:
-Êrîşa dawî ya li ser Girtîgeha Sînnaa ya Hesekê hate kirin, dide nîşandan ku hê jî DAÎŞ di nava liv û tevgerê de ye, ji bo hemû cîhanê metirsî ye.
-Divê tim piştevaniya navneteweyî hebe ji bo girtîgeh li gorî pîvanên girtigehên cîhanî çavdêrî û kontrol bê kirin. Ji bo careke din rewşa li Hesekê rûdayî rû nede.
-Ji bo dadgehkirina çeteyên DAÎŞ’ê dadgehek li herêmên Rêveberiya Xweser bê avakirin, yan jî navxweyî lê bi piştevaniya navneteweyî.
-Pêwîst e kar ji bo veger û girtina malbatên DAÎŞ’ê bê dayîn ku vegerin welatên xwe. Her wiha ji bo çareseriyek hiqûqî divê alîkarî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.
-Li berçavgirtina rewşa aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a ji ber peymana Qeyserî bêgirtin. Ji ber vê şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê ji ber vê yekê sûdê digire, dikevin tevgerê.
-Piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin ku rewşa gelan baş bibe, ji bo ku bernameyek bê amadekirin ku jin û zarok dubare tevlî civakê bibin.
-Deverên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, bûne navend û cihên leşkerî yên DAÎŞ’ê. Divê li ser vê yekê hêz û aliyên herêmî zextê li dewleta Tirkiye bike ji bo ji van herêman ji bo DAÎŞ’ê bûne navendên aramiyê derkevin.
- Tirkiye sûd ji DAÎŞ’ê digire, alozî û tevlîheviyê li Sûriye, herêma û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî derdixe. Ji bo wê bûna xwedî helwestekî xurt a navneteweyî girîng e.
-Divê di derbarê rewşa DAÎŞ’ê ya li herêmê li ser tewerê du alî çareseriyek hiqûqî bê peydakirin. Ji bo vê pêwîstî bi nîqaş û gotûbêja aliyê Sûriye heye ku çareseriyek peyda bike.
-Divê zêdetir di warê siyasî, aborî û leşkerî têkilî di navbera Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser de hebe, di mijara têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê metirsiya wê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.
-Divê rewşa Şengal li ber çavan bê girtin, ji bo ewlekariyê piştevanî bê kirin ku welatiyên Şengalê vegerin. Piştî vê kar li ser wê bê kirin ku di warê madî û menewî de alîkarî bê kirin.
-Girîngî dayîna hevkariya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Iraqî de li ser sînorên her du aliyan ji bo tevgera DAÎŞ’ê ya li ser herêmê kêm bike ku berjewendiyên herdu aliyan biparêzin.
-Divê zexteke zêdetir bixin ser civaka navneteweyî ji bo vekirina deriyên Til Koçer û Rebîe ji bo çareseriya mijara aborî û rewşên mirovî.