Komploya Navneteweyî bi girseyî li Silêmanî hate protestokirin

Bi tevlîbûna sedan kesî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Silmaniyê bi meşeke girseyî hate protestokirin.

Bi meşeke girseyî ya bi tevlîbûna sedan kesî ya li ser rêya destpê kir hata Parka Azadî dom kir, 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatine hildan. Her wiha bê navber dirûşmên “Azadî azadî bo Ocalan azadî”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok” û ‘Em ê Îmraliyê hilweşînin, aştiyê biçînin” berz kirin. Herwiha pankarta li ser, “Dem dema azadiyê ye” hate hildan.

Piştî ku meş gihîşte Parka Azadî, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Şoreş Xidir daxuyanî xwend.

Li Parka Azadî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê deqeyek rêz hate kirin, li ser navê Komîteya Azadiya Ocalan daxuyanî ji aliyê Şoreş xidir ve hate xwendin.

Xidir komplo bi tundî şermezar kir û got: "Em dibînin heta niha jî komplo berdewame û dixwazin gelê Kurdistan û tevgera azadîxwaz ji holê rakin. Vê yekê jî bi faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê dikin. Dixwazin bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, li Bakurê Kurdistanê îradeya gelê Kurd bişikînin, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û bi vî rengî komployê dewam bikin."

Xidir anî ziman kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadîxwazê ya gelê Kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî hem derbên giran li faşîzmê, dagirkerî û tecrîdê dan, hem jî bûn karakterek sereke li Rojhilata Navîn û cîhanê. Hat gotin, îro dagirkerî û faşîzm di rewşa xwe ya herî lewaz de ne û ber bi hilweşandinê ve diçe. Ji bo wê êdî 'dem dema azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê ye'.

Şoreş Xidir dest nîşan kir ku dema wê hatiye ku gelê Kurd jî destketiyên xwe biparêzin, bibe xwedî statu û bi azad û serbilind bijî û ev got: "Her wiha dema wê yekê hatiye ku berhema bi dehan salên têkoşîn û berxwedana xwe biçinin û sîstema konfederalîzma demokratîk li Kurdistanê û herêmê daynin, bi awayekî azad, di nava aştî û aramiyê de li gel gelên din bijîn."

Di daxuya gotinê xwe de Xidir ev got: "Heta Rêber Apo azad nebe, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne Kurdistan azad dibe ne jî li Rojhilata Navîn aramî û aştî çêdibe. Ji bo azadiya Rêber Ocalan pêwîste faşîzm û dagirkerî were têkbirin. Doza Rêber Ocalan doza gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bi hev re girêdayîne û wê bi hevre jî çareser bibin."

Rojnameya ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd û dîsa berxwedêrên ji bo azadiya Ocalan ên weke Viyan Soran û Sîrwan Reûf jîname û têkoşîna wan li xwe digire, li çalakgeran hate belavkirin.

Piştî daxuyaniyê çalakgeran li ser Parka Azadî çalakiya rûniştinê lidarxistin û bi hev re komplo şermezar kirin.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.