Komploya 15 Sibatê û gelê Rojhilat

Gelê Rojhilat fikir û felsefeya Rêber Ocalan, cudabûna tevgera azadiyê dîtin û ji bo wê rabûn ser piyan. Ya rast gelê Rojhilat li rêber û pêşeng digeriya, li xwe û li dîroka xwe ya hezarê salan digere. 

Gelê Rojhilat wek pela di bin agir de mayî, piştî karesata rejîma melayan bi serê wê ve anî, her dem ji pêxistin û geşbûnê re amade bû. Herî zêde nebûna pêşeng û partiyek xwedî plan û bername, xwedî felsefe û bîrdoziyek ku bikare li dijî şerê bîrdozî yê sîstema Xosrewanî bisekine, gelê Rojhilat di bêdengiyê de hişt. Gelek kes serhildana gelê Rojhilat di şermezarkirina komploya navneteweyî de wek ku ji nişka ve şîrove dike. Ev ne raste û înkara dîroka têkoşîna gelê Kurd li Rojhilat e. Bi pêşekiya ku me li jor anî, me xwest hinek din rabirdûya şoreşa gelên Îranê û sedema hêrsa wan li beramber komployê vebêjin. 

Hêrsa li beramber komployê çend sedemên xwe hene, ger mirov rêz bike;

Komplo peyvek aşina ji bo xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Gelek serok û rêberên Kurdan, herî dawî Qazî Mihemed û hevalên wî, Dr. Ebdullrehman Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi awayekî komplowarî hatin qetilkirin. Êşa komployê û pêre tasfiye, kuştin, darvekirin û qetliam, xelkê Rojhilat bi caran pêre rû bi rû maye. Dersên ku pêwîst bû tevgerên din ên Kurdî ji binketinên xwe derxînin, dernexistin. Lê gelê Rojhilat fikir û felsefeya Rêber Ocalan, cudabûna tevgera azadiyê dîtin û ji bo wê rabûn ser piyan. Ya rast gelê Rojhilat li rêber û pêşeng digeriya, li xwe û li dîroka xwe ya hezarê salan digere. 

Sîstema cîhanî ya Rêber Apo bi komployekê radestî dewleta Tirk kir, di heman demê de destê wan di tepeserkirina tevgerên Kurdî yên Rojhilat de jî gelekî zêde bû. Ji bo wê jî hêrsa ji komployê her wiha kîna li beramber hêzên emperyalîste jî. 

Hêrsa gelê Rojhilat li beramber hêzên noker û herêmî jî bû. Ya wan hêzan bi serê xelkê Rojhilat aniye, di komploya li dijî Rêber Ocalan de heman helwest raber dikin. Rûyê wan ê rast, careke din ji xelkê Rojhilat re eşkere bû û maskeyên wan ket. 

Ji bo valaderxistina her cure komployan pêwîste di serî de têkoşîna li dijî pergala Xosrewanî ku heta îro jî didome, ne di nava wê de, li derveyî wê, xwe bispêre hêza xwe ya dînamîk û xwebûnê. 
Xwendina rast a têkoşîna gelên Îranê, bi taybet tevgerên çep, naskirin û sererastkirina şaştiyên wan. Bi taybet wek mamoste Ferzad Kemanger dibêje, ji bo tu his bikî divê tu pêre bijî û xwe parçeyek ji wê bibînî. Zimana civaka Îranê famkirin erka herî esasî ya tevgerên alternatife. 
Her guhertina bi destê hêzên derve, wê carekedin gelê Îranê ber bi salên paşve bibe. 

Mêtîngeriya heyî divê tenê bi dijberiyek hişk û zuha nebe, di gotin de nebe, li ser esasek zanistî, dîrokî û ya herî girîng li ser bingehê bixwe bawerbûne bibe. Nabe ev hebe ku pergalek mezin û zilhêz heye, em nikarin li beramber wê bisekinin û neçarin bibin parçeyek wê. Bi salan li Îranê hişmendiyek wiha hatiye kûrkirin, ev yek hêviya têkoşînê dişkîne. Her wiha xwe û civaka xwe, wek hêza guhertinê nabîne û çavê wê li derve ye. 

Mijara dawî û ya girîng ew e ku têkoşîna li beramber pergala Xosrewanî, têkoşînek bîrdozî ye û me bi mînakên li jor jî behsa wê kir. Her wiha Kurd û partiyên Kurdî ji ber ji vê yekê bê par bûne, her tim hatine bikaranîn, rastiya dijmin baş nedîtine. Hebûna fikir û felsefeyek azadiyê, mirovan hîn zêdetir bi îrade dike û ezma têkoşînê xurt dike. 

Gelê Kurd di 15 Sibata 1999 an de li beramber Komployê rabû ser piyan. Wê demê Serokkomarê Îranê Mihemed Xatemî bû, qaşo reformîst bû. Di dema wî de herî zêde, rewşenbîr, xwendekar, rojnamevan û azadîxwaz, wek bûyerên kiryarên wan ne diyar, hatin qetilkirin. Di serhildanên li dijî komployê de bi sedan kes hatin girtin û birîndar bûn. Nêzî 23 kes li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin. Agirê di bin xweliyê de di serhildanên 1999 an geş bû û careke din pêket. Ji komployên bi sere gelê Rojhilat ve hatiye mirov pê dihese ku rejîma Îranê ji Kurdan gelekî ditirse û her tim bi şêwazek hovane bi ser de hatiye. 

Îro barê herî giran dikeve ser milê jinên Rojhilat û Îranê. Cihê jinan di pergala Xosrewanî de tineye. Wek pergalên din ên şahenşahî, rejima îro jî jinan ji bo pêkanîna armancên xwe bikar tîne. Di bin navê dîn û şerîetê de her cure tundiya li beramber jinan rewa dibîne. Di dema komkujiyên bi destê Ayetullah Xelxalî de gelek jin hatin idamkirin. Ji ber jin wê demê bi awayekî çalak di serhildanan de cihê xwe digrtin. Hêjî li Îranê gelek jin di girtîgehan de ne, jinên li benda darvekirinê ne. Jina pêşeng Şîrîn Elemhulî ku di roja 9 Gulana 2010 an li gel 4 hevalên xwe hat darvekirin. Di girtîgehên rejima şahenşahî de, çawa SAVAK, hewl da bi êşkenceyên giran îradeya gelan û jinan bişkîne, di girtîgehên İtliaatê jî heman şêwaz tê bikaranîn. Bi qanûna dije jin a 40 salan rejîm dixwaze, jinên wek çawa di Enderûniyan de hebû, çêbike û modela jina serê xwe tewandî pêşkêşî civakê bike. Çanda Mîtra çand jin e û wê jinên Îranê li pey vê felsefeyê biçin. Çanda Mitrayizmê bi hatina ser desthilatdariya pergala Xosrewanî, hewl hatiye dayıın ku ji holê rabibe. Ji bo wê jî bi têkçûna pergala Xosrewanî, wê çanda kevnar a gelên Îranî bi pêşngiya jinan zindî bibe. Felsefeya azadiyê ya Rêber Ocalan, wê jinên Îranî hîn zêdetir ber bi tekoşînê ve bibe û ji pergala 2 hezarsalî ya şahenşahî, Xosrewanî rizgar bibe. 

Li Zagrosan ti caran agirgeh navemirin û wê venemirin. Ji bo wê jî gelên Îranî divê li gor çanda pîroz a Mîtra tevbigerin. Bi vî awayî wê dawî li sîstema Xosrewanî were. Bi kuştina Magan û vemirandina agirgehên pîroz ên Zerdeştiyan, pergala Xosrewaniyê bi hêz bû û heta îro didome. Em dema behsa kuştina Magan dikin, kurdiya wê kuştina mêjiye! Ji bo gelê Rojhilat careke din pêşengiya pêxistina agirgehan bike, careke din mêjiye hatiye tinekirin, zindî û zane bike, wê demê wê ji cehil û tarîtiya Xosrewanî rizgar bibe.