Komploya 15’ê Sibatê li Kerkûkê hat şermezarkirin

Li bajarê Kerkûkê bi mîtîngek girseyî komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin, “Em sala 24’an a komployê bikin sala azadiya Rêberê xwe.”

Êvara îro bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî bi pêşengiya Komîteya Azadî ji Bo Ocalan li parka Şehîd Marif Berzencî ya bajarê Kerkûkê mîtîngek girseyî hat lidarxistin.

Di mîtîngê de nûnerên Hizbî Şûî Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan, Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê û çend rêxistinên jinan û çalakvanên civaka sivîl amade bûn.

Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir û piştre daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navnetewî hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Piştî daxuyaniyê li ser navê Komîteya Azadî ji Bo Ocalan jî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamê komîteyê Dîhat Osman ve hate xwendin ku têde bal hatibû kişandin li ser pêvajoya çawatiya pêkhatina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 23 sal beriya niha û bi komplo tundî hat şermezarkirin.

Di naveroka daxuyaniyê de her wiha behsa piştperdeya komploya 15’ê Sibata 1999’an hat kirin û hate gotin ku bi derketin PKK’ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve êdî gelê Kurd vejiyaye û bi fikir û felsefeya azadî xwe hişyar û rêxistin kiriye û Lozan bê wate kir û li her çar beşên Kurdistanê û derweyî welat timî xebatên hevbeş û rêxistina netewî û sazîbûyîna xwe ya netewî damezrandiye. Di dewamê de jî hatiye gotin ku ew asta ku PKK’ê bi xwe re aniye dewletên dagirker û pergala sermayedarî ya cîhanî tengav kiriye û ji bo ku bigihîjin armancê xwe ku tunekirina gelê Kurdistanê û tevgera azadîxwaza wê dest bi dariştina komployeke navnetewî kirine.

Di beşên din ê daxuyaniyê de jî bal hatiye kişandin li ser helwest û berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd ya piştî li Îmraliyê hatiye dîlgirtin û heya roja îro ku kariye komployê vala derxîne, her wiha îşaret bi çalakiyên fedayî yên bi dirûşmeya “Tu kes nikare roja me tarî bike” yên dema komployê hate kirin û têkildarê berxwedana gerîla ya li serê çiya jî hate gotin ku di wan 23 salan de gerîlayên azadiyê bûne pêşengê berxwedanê û gelek destanên qehremaniyê afirandin.

Di beşa dawî ya daxuyaniyê de jî dubare komploya navnetewî hatiye şermezarkirin û ev bang hat kirin, “Bang li hemû gelê me bi giştî û bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hevre û bi ruhê yekîtiya netewî ya demokratîk ve em komplo, dagirkerî, faşîzm û tecrîdê bişkînin, Rêber Ocalan azad bikîn û Kurdistanê biparêzîn.”

Piştî daxuyaniya komîteyê li ser navê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) şaxa Kerkûkê jî daxuyaniyek da û komploya navnetewî şermezar kir. Di daxuyaniya RJAK’ê de jî ev bang û peyam hate dayin, “Em bang li jinên azadîxwaz, wekhevîxwaz û xemxwarê nirxên gerdûnî û mirovatiyê dikin ku ji îro û şûnde komployê qebûl nekin û rê nedin ku di bin tecrîdê de careke din hewl bê dayin ku ev Rêbere ku nexşeya azadiyê ya jinên cîhanê dariştî bêdeng bikin. Belku pêwîstiya me bi Rêberê me heye, çawa ku bi fikir û felsefeya xwe bi me re dijî, divê bi awayê fîzîkî jî li gel me be da ku bi hevre meşaleya serkevtina têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd û jinên Kurd bilind bikin û em sala 24’an a komployê bikin sala azadiya Rêberê xwe.”