Komkujiya Parîsê li Wanê hate protestokirin

Komkujiya Parîsê li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hate protestokirin. Jinên ku li Silopiyê jî hatibûn qetilkirin, di çalakiyê de hatin bibîranîn. Di çalakiyê de çalakgeran bal kişandin ser tecrîdê û berxwedana Leyla Guven.

Şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di 9’ê Çileyê de hatibûn qetilkirin, li Wanê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Hevserokên bajêr a HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û Umîd Dede, parlementerên Wanê yên HDP’ê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, çalakgerên TJA’yê, nûnerên KCD’ê, Dayîkên Aştiyê û gel tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û çalakgera TJA’yê Fatma Ûyar jî hatin vekirin.

ORHAN: MÎTÊ PLANSAZIYA VÊ QETLÎAMÊ KIRIYE

Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan diyar kir ku dema rêya çareserkirina aştiyane ya doza Kurdan dihat nîqaşkirin vê Komkujiya Parîsê hatiye kirin. Orhan got ku, “6 sal ji ser qetlîamê derbas bû lê derbarê qetlîamê li Fransayê tu pêşketin pêk nehat. Derket holê ku plansaziya sûîkastê ji aliyê kesekî bi nasnavê Ozan hatiye kirin. Qeydên deng derketiye holê û ev tişt diyar dike ku tiliya MÎT’ê di vê qetlîamê de heye. Li pişt Qetlîama Parîsê hêzên tarî hene.”

‘QETLÎAMAN RÊ LI BER KAOSÊ VEKIR’

Orhan diyar kir ku piştî komkujiyê sabotaj hatine kirin û got ku, “Piştî ku ‘Pêvajoya çareseriyê’ hate qedandin şer hate destpêkirin. Di van şeran de Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û çalakgera TJA’yê Fatma Ûyar jî hatin qetilkirin. Ev herdu qetlîam girêdayî hev in. Ji ber têkoşîna jinan a geş dibe, ev qetlîam hatin kirin.

‘DIVÊ EM DENG BIDIN LEYLA GUVEN’

Di heman demê de tecrîda li ser rêzdar Ocalan li dijî dahatûya gelên Tirkiyeyê û aştiyê ye. Rêzdar Leyla Guven jî ji bo ku balê bikşîne ser vê tecrîdê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye. 63 roj, pêvajoyeke krîtîk e, divê em deng bidin berxwedana Leyla Guven.”