Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê bang li girtiyan kirin

Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê: Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me yên li zindanan, çalakiya greva birçîbûnê di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ye bi dawî bikin.

Daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya bi sernavê ‘Ji bo hevrêyên me yên jin û mêr ên li zindanan’ wiha ye:

“Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ salek li pey xwe dihêle, dikeve sala xwe ya duyemîn. Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’an a faşîzma 12’ê Îlonê de ‘Li dijî tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ pêgavek dabû destpêkirin. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, hilweşandina faşîzmê û dawîkirina dagikeriyê bû. Grevên birçîbûnê bêdem û bêdorveger ya sala 2018’an li zindanan destpêkir û Gulana 2019’an û piştî rojiya mirinê û şûnde Rêber Apo bi parêzerên xwe re piştî sala 2011’ê û vir ve cara ewilê hevdîtin pêk anî. Berxwedana hevrêyên me yên jin û mêr, dîsa şehadeta 8 hevrêyan di astekî mezin de tecrîd hejand, raya giştî ya demokratîk a li Tirkiye xwedî li berxwedêran derketiye, berdevkên AKP-MHP’ê jî gihişte wê yekê ku nikaribe tecrîdê biparêze. Piştre dîsa hevdîtinên parêzer û malbatan hatin astengkirin, nekarîn tecrîdê bidomînin û azadiya Rêber Apo kete rojevê. Êdî têkoşîna azadiya Rêber Apo tê dayîn.

Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di sala 40’î ya faşîzma 12’ê Îlonê de faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe, gelê Kurd û Rêber Apo azad bike, kiribû armanc. Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de, girtîgeh her demê di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtine. Ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta têkoşînê bi dehê salan e, weke xeta têkoşînê ya zindanan sûdên mezin dane têkoşîna azadiyê. Pêngava 12’ê Îlona 2020’ê hatine destpêkirin, esasê xwe weke têkoşîna gel a li çar parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ji xwe gerîla bê navber di nava têkoşînê de ye, li navenda pêngava têkoşîna azadiyê de cih digire. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di demek kin de gelê Kurd û dostên wan xwedî lê derket, 4 parçeyên Kurdistanê û di serî de Ewropa, her cihê Kurd lê ji bo vê têkoşînê pêş bixin, ketine nava tevgerê.

Pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ esasê xwe pêngaveke ji bo civak û gerîla pêş bixe bû. Ji ber ku têkoşîna azadiya zindanan mîna her demê ji bo sûd dayîn û hêz dayîna têkoşînê ji bo xwe weke erk dîtine, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kiriye. Mîna her demê hêz daye vê pêngavê jî; di rojevîkirina vê de roleke dîrokî lîstiye. Tevî zextên zêde jî, greva bidorveger domandiye. Di bandorbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de; di hejandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de, ji bo tevlîbûna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û dîsa derveyî wealt, erka dikeve ser milan pêk aniye. Bê şik û guman armanca esasî ya pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêberê Apo ye, ji bo bigihêje armanca xwe didome. Di vê wateyê de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, ketiye qonaxeke nû. Ev pêngav wê 2021’ê dom bike, ji bo gihiştina armancên xwe jî wê bûyerên girîng jî pêk bîne.

Li Zindanan bi dijmin re 24 saetan têkoşînê dikin. Hemû hevrêyên em yên jin û mêr bi dehê salan in bi ruhê 14’ê Tîrmehê û şêweyê wê li ber her cûre zorî û zextan têkoşînê dikin. Rastiyek li holê ye ku wê wê ji niha û pêde jî hemû hevrêyên me û dîsa hemû demokratîkên têkoşînê bikin. Wê  di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de berpirsyariyên xwe bi malbatên xwer re bi layîqî pêk bîne. Sala 2021’ê gelê Kurd her cihê lê ne wê  pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hê zêdetir xurt bikin. Ji xwe gerîla li her pêvajoyên dîrokî, berpirsyariyên xwe bi fedekariyek mezin bi cih tîne.

Dema em vê hemû rastiyê li ber çavan bigirin, hevrêyên me yên li zîndanan tim li dijî mêtinger-qirkirinê di nava têkoşînê de ye ku di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger, piştevaniya dide, em têrker dibînin. Ji ber ku hevrêyên li zindanan di pêkanîna pêngavê de û bihêzkirina wê de roleke pir meizn û zêdahî lîstine. Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me yên li zindanan, çalakiya greva birçîbûnê di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ye bi dawî bikin. Ti guman têde nîne ku ev hevrêyên me yên di nava berxwedanê de ne, çalakiyên mîna grevên biçîbûnê yên bê dem û dîsa bi dorveger, wê bi rengên cuda û xurt tevlî pêngavê bibin. Ji xwe berxwedaniya wan a tim domdar, tim hêz daye têkoşîna şervanên azadiyê, hemû gel, ciwan, jin û dostên.

Hemû berxwedêrên jin û mêr ên li zindanan ji ber fedekariya wan a di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de pîroz û silav dikin; mîna her demê di têkoşîna we de ji niha û şûnde jî serketinê dixwazin.”