Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê: Wê tola hevrê Şukru bê hildan!

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, têkildarî qetilkirina Yasîn Bûlût a ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û got: “Bila bê zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên şoreşê bê hildan, xwîna wan li erdê namîne.”

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî qetilkirina endamê xwe Yasîn  Bûlût (Sukru Serhet) ê îro li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“Di dîroka têkoşîna 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd de, her kêliyê hêza ku ji şehîdan digire bi wê baweriyê hebûna xwe parastiye. Rastiya şehîdên ku di şexsê PKK’ê de tên jiyîn, ji roja guleya yekem teqiyayî heta îro, ji bo çirandina tarîtiya mêtingeran li gelan kirî, ji bo azadiya gelan û siberoja wan bûne sparteka herî xurt a xwe pê ragirin. Mîna ku Rêber Apo gotî; ‘Pîrozî û cidiyeta dozekê ji xwîna ku tê rijandin tê pîvan. Dozên ku şehîdên mezin nedin, bi qasî ku serketin ne mimkûn jî be, ewqasî jî nirx ji bo wê nayê dîtin.’ Ji bo vê PKK Partiya Şehîdan e. Wê ev rastî mêtingeran di tarîtiya dîrokê de bin ax bike.

Dewleta TC ya faşîst bi êrîşên xwe yên berfireh tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku li pêşberî kiriyarên xwe yên mêtingerî asteng dibîne dike armanc. Ji ber vê bi rêbazên şer ên dermirovî û qirêj ên di dîrokê de weke wê nehatiye dîtin, êrîşê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Tevger û xeta PKK’ê ya ku ew 40 salin bi têkoîşîna roj bi roj û nefes bi nefes nirx afirandî û bi gelê Kurd dayî qezenckirin, îro jî bi êrîşan re rû bi rû ye. Hêzên hegemonîk ku bi komploya navnetewî nekarîn bigihîjin armancên xwe,  dewlet-netewên faşîst ên li herêmê û hevkarên herêmî dest ji tasfiyekirina tevgera azadiyê ya ku li ser bingehê xeta Apoyî têdikoşe û li ser vê esasê ji pêşxistina her cûre êrîşên bîrdozî, çandî û leşkerî ne berdane.

Dewleta TC ya faşîst ku nêzî 5 mehin li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla nekariye encam bigire û roj bi roj binketina wê mezintir dibe, vê carê  hewl dide ku bi pêkanîna êrîşên qirêj yên bi destê hevkaran li ser Başûrê Kurdistanê encam bidest bixe. Her dawî hevalê me Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ê ku ji roja destpêkirina têkoşînê heya nefesa xwe ya dawî ji xeta Apoyî derneketiye û bêyî rawestanê bizane hebûna xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir û her kêliya xwe bi hewldanê derbas kirî bi êrîşîeke xayînane li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê şehîd kir. Hevrêyê me Şukru yê xwedî kedên mezin e û nirxên mezin afirandî di dilê gel de cihê ku heq kirî bidest xistiye. Em hevalên wî yên têkoşînê, emê mîrateya ku wî ji me re hiştî bi rumetekî mezin heya bi serketinê bibin. Bila were zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên me yên şoreşê were hildan û xwîna ku ji bo azadiya gelan rijandinî wê li erdê nemîne. Carekî din em sersaxiyê di serî de ji malbata Bûlût, ji hemû gelê Kurd re dixwazin."