Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li kujerên Serhad pirsî

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji bo ku kujerê Yasîn Bulut (Şukru Serhad), ku li Silêmanî meha Îlonê bi êrîşa çekdarî hatibû qetilkirin, were dîtin vê heftiyê dîsa hatin cem hev.

17’ê îlona 2021’an Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû.

99 roj bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakiyan li dar bixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021’an de destpê kiribû.

Îro jî bi dehan çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kom bûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li se navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek ji aliyê Îbrahîm Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Îro 99 roj in bi ser şehîdxistina şehîd Şukrî re derbaz dibin, lê heya niha bersivek ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji îro û pê ve ew ê çalakiya xwe bi şêweyek din dewam bikin û hate gotin; “Ji ber bê xemiya berpirsên herêmê û çavgirtina saziyên ewlekariyê ya li ser şehîdxistina şehîd Şukrî Serhed, me heya niha li cihê şehîd Şukrî lê hatî qetilkirin, çalakî pêk dianî. Lê em ê vê şêwaza xwe ya çalakiyê veguherin û dest bi lêkolîna yasayî ya derbarê dosyayê de bikin. Em ê serî li Dadgeha Bilind ya Silêmaniyê bidin. Em  malbatên şehîdan soz didin heya dilopa dawî ya xwîna xwe li ser rê û rêbaza şehîdan bimeşin.''