'Heta kujer bêne eşkerekirin, wê çalakiya me dewam bike'

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê ji bo eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed çalakiye li dar xist. Komîteyê got, “Heya kujer bêne eşkerekirin, wê çalakiya me dewam bike.”

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.

Ev 92 roj in bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakiyan li dar bixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021’an de destpê kir.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Em îro ji bo bîranîna şehîd Serhed Şukrî ku tevahî jiyana xwe pêşkêşî şoreş û parastina destkeftiyên şehîdan kiribû, li vir in. Lê ev 92 roj in bi ser şehîdxistina Şehîd Şukrî re derbaz dibe, hîn jî kujer nehatine girtin. Desthilata Herêma Kurdistan û saziyên ewlekariyê heya niha derbarê bûyerê de ti agahiyek belavnekiriye, bêdengiya raya giştî jî dikeve xizmeta nokertiya ji bo dijmin. Em Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, dost û hevalên şehîd Şukrî, bêdeng û bê helwest namînin. Em veşartina belgeyan ya ji aliyê saziyên ewlekariyê ve bi tundî şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em li vir radigihînin, heya kujerên şehîd Şukrî Serhed neyên eşkerekirin, destê xiyanetê ê pişt bûyerê neyê ronîkirin, wê çalakiya me dewam bike.”