Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê peyama ‘Roja Aşûreyê’ da

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya rojiya Muharremê û Roja Aşûrayê peyamek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê de hat gotin, “Misilmanên Şîî û Elewî bi rojiyên xwe û bi pariyên Aşûra yên hevpar berxwedana Kerbelayê bi bîr anîn. Em dua dikin ku şîn û rojiya ku wan girtî û nalînên Aşûrayê yên hevpar di lênûsa heq de bên nivîsandin. Em hêvîd dikin şîn û rojiya ku gelê me yê Misliman ên Şîe girtî, rojiya ku Elewiyan girtî û Aşûra ku bi hevre par kirine, ji aliyê heq ve bê qebûlkirin û em destnîşan dikin ku kesên ku berxwedana Kerbelayê ya Îmam Huseyîn bi îbadetê bi bîr tînin, nirxekî pir girîng ê mirovatiyê divejînin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Berxwedana Îmam Huseyîn û rêhevalên wî yên li Kerbelayê, nûnertiya helwesta heq û heqîqetê ya li hemberî çewsandin, zilm û êşkenceya li gelên Rojhilata Navîn e. Ev helwest di dîrokê de bûye îfadeya şênber a ruh, bawerî û hişmendiya bêdawî ya azadiyê ya li xaka Rojhilata Navîn. Xeta berxwedanê ya Îmam Huseyîn bûye nirxeke civakî ya ewqas mezin ku bi îbadetan tê pîrozkirin. Berxwedana wan a li dijî Yezîd ku rûmet û wijdanê mirovî bin pê kir, Îmam Huseyn û hevalên wî kirin nirxên civakê. Di vê wateyê de sekinandina li hemberî Yezîdên îroyîn, ku bi êrîşkirin, bi derew û xapandina civakê, bawerî, ziman û çanda wan înkar dike û qirkirinê li ser gelan birêve dibe, bi zindîkirina Îmam Huseyîn û hevalên wî re hemwate ye. Weke ku em her roj dijîn, helwesta li dijî rejîma faşîst a ku bi şer, wêrankirin, talankirina xwezayê, komkujî, derew, xapandin û sûcê hebûna xwe xurt dike, helwesta li dijî Yezîd e. Mînaka berxwedana hemdem a Huseyînên îroyî Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd in. Zarokên Kurd ên ku bi îrade li dijî her cure çekên kîmyewî li berxwe didin, nûnertiya Huseyînên hemdem ên serdema me dikin. Di vê wateyê de gelê Kurd ê ku azadî, demokrasî, welatîbûna wekhev, maf û edaletê dixwaze, bi qasî komkujiya li Kerbelayê bi zilmê re rû bi rû ye. Ya girîng ew e ku em yezîdên hemdem û zilma wan bibînin û li hember wan rawestin.

Canên Elewî yên Birêz:

Rojiya Muharremê îsal di bin şert û mercên pir dijwar û di bin êrîşên giran de ji bo Canên Elewiyan derbas bû. Elewiyên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn di bin zext û çewisandineke mezin a rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî de ne. Êrîşên qirkirinê, zext û êşkenceyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îfadeyên herî berbiçav ên vê rastiyê ne. Erdnîgariya ku Elewî lê dijîn tê talankirin, daristan tên şewitandin, dar tên birîn û vedihuerînin amûra bazirganiyê, çete ber bi dergahên Elewiyan ve tên arastekirin û peyamên komkujiyê ji Elewiyan re tên dayîn. Em careke din tînin bîra Elewiyan ku rêya ku Elewî layiqî Îmam Huseyîn bin, ji ber van hemû sedeman û gelek sedemên ku ne hewce ye em li vir bînin ziman, ji têkoşîna bi hev re ya li dijî yezîdiyatiya ku di vê serdemê de heye re derbas dibe. Muharrem di vê wateyê de ferman dide Elewiyan ku bi hêzên demokrasiyê re li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî Yezîdiyatiyê ya ji aliyê Erdogan ve hatiye nûkirin erka her kesê xwedî li Huseyîn derdikeve ye. Bi boneya Rojiya Muharremê di serî de Elewî em bang li her kesên azadî û edaletê dixwazin dikin ku têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Em bang li hemû baweriyan û bi taybetî jî misilmanên Şîe yên ku bawer dikin Îmam Huseyîn ji bo mirovahiyê têdikoşe û berxwedana wî mafdar û rewa dibînin, li dijî rejîma herî faşîst a Rojhilata Navîn ango rejîma senteza Tirk-Îslamê di eniya hevpar de têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.

Bi wesîleya vê rojê em careke din bi bîr tînin ku Elewî bi daxwaza mafên xwe yên hemwelatîbûna azad û wekhev pêkhateya sereke ya bilindkirina têkoşîna demokrasiyê ne. Em Elewiyan vedixwînin ku vê rastiyê hîn kûrtir bibînin, derxînin zanabûnê û daxwazên xwe zêdetir bi cih bînin. Em dixwazin destnîşan bikin ku têkoşîna demokrasiyê ya ku ji aliyê Elewiyan ve tê meşandin, wê hawirdoreke wisa ava bike ku tê de înkara Elewiyan wê tunebe, îbadetên elewiyan bên qebûlkirin, dest li cihên pîroz û Jîyar neyên dayin û têgihîştina hemwelatîbûna wekhev bêyî ku tu zext û qedexe lê bê kirin baweriya xwe bijîn û xwe îfade bikin. Em bang li Elewiyan dikin ku li hemberî helwest û têgihiştinên ku hewl didin bi rojevên çêkirî yên ji derve tên ferzkirin rê li ber mezinkirina têkoşîna demokrasiyê bigirin, hestiyar bin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Bi boneya rojiya Muherremê û roja Aşûrayê em careke din hêvî dikin ku kesên ku Îmam Huseyn di dilê xwe de hîs dikin rojî û xizmetên her duwanzdeh îmaman ên wan di lênûsa heq de bên nivîsandin. Em bang li hemû hezkiriyên Huseyîn dikin ku Hz. Huseyîn û canên ku şehîd bûne di têkoşîna li dijî zilmê de bidin jiyîn. Bi wesîleya vê rojê em diyar dikin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ku tevgera Huseîynî ya hemdem de di têkoşîna xwe de bîranîna wan vedijîne û em her kesî vedixwînin ku tevlî nava refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin.”