Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhet bi bîr anî

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhet (Yasîn Bûlût) bibîr anî û got: “Hevrê Şukru Serhet 40 salên têkoşînê kar kir û bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber APO û di şopa Hakî Karar, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan da heya deqeya şehadeta xwe meşiya.”

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhet (Yasîn Bûlût) ê di êrîşeke MÎT’a Tirk de li Silêmanî Şehîd bû, bibîr anî.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:”

“Devleta faşîst-qirker a Tirkiyê li hemberî berxwedan û sekna bi îradeya gêrîla li herderê têkçûye û her roj di nava têkçûnên dîrokî de ye, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê ji bo ku encam bigre, Kurdistanê bi temamî dagir bike, destê îxanetê bi kar tîne û dixwaze Kurdan bi destê Kuûrdan bide qirkirin. Demê dawî devleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê pir rehet hien baregehên MÎT’ê vedike, hem jî êrîşê kesayetên welatparêz û tekoşer dike.

Di sihara 17’ê îlonê de, li navenda silêmaniyê hevrêyê me Şukru Serhed bi êrîşêke nemerdane a MÎT’a dewleta Tir ka dagirker şehîd ket. Em di serî de Hevrêyê xwe  Şukru Serhet bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbat wî û hemû gelê kurd re dixwazin.

Hevrê Şurku Serhet di nava 40 salên şoreşgertiya xwe de, ji zindanan bigre heya çiyayên Kurdistanê, di hemû qadên tekoşînê de bê hesab, bi dildariyekî mezin tekoşîn meşand û nirxên giranbiha afirandin. Bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber APO û di şopa Hakî Karar, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan da heya deqeya şehadeta xwe meşiya. Hevrê Şukru kêlî bi kêlî bi felsefeya yek hirka, yek lûkma jiya û da jiyîn. Hevrê Şukru 15 salan di xebata malbatên şehîdan de ked da û bû yek ji dilsozên karwanê şehîdên şoreşa azadiyê. Tevî hemû nexweşiyên xwe yên giran jî yek kêlî xwe ji xebatê tekoşîna azadiyê neda paş û bû fedayiyekî gelê Kurdistanê.

Em Komîteya Şehîdên PJAK ê, soz didin kûu xeyalên şehîdan a Kurdistaneke azad  û demokratîk pêk bînin û xwedî li doza wan a rewa derkevin.”