Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê Cemalê Mihê bi bîranî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê Dengbêjê navdar ê Botanê Cemalê Mihê ku beriya niha bi 3 rojan çû ser dilovaniya xwe bi bîranî.

Îro Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku beriya niha bi 3 rojan çû ser dilovaniya xwe bi bîranî. Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Wendahiyeke Dîrokî

Dengê Botanê Cemalê Mihê (Cemal Dayan) dengê xwe yê zîz li pey xwe hişt û çû ser dilovaniya xwe.

Di nav gel de, wekî Cemalê Mihê dihate nasîn. Li ber destê dengbêjên herî xurt ên herêma Botanê, perwerdeya dengbêjiyê dîtibû. Ew hevalê Fadilê Cizîrî, Salihê Emerê Cangîr (Salihê Şirnexê) û vebêjê çand û hunera kevnar bû.

Di nav zeviyên xêr û bereketê de, serpale bû; bi stranên xwe yên palehiyê, pale dicoşand û wateyeke hunerî tevlî kedê û xwêdana eniyê dikir...

Di dawet û “şevên zavayan” de, civat bi dengê xwe yê xweş û resen dibir geştiyariyeke dîrokî. Di govendan de, dengê wî enstrumana dîlangeranê bû.

Di nav civatan de, di nav sazî û dezgehên çand û hunerê de, mamosteyê bê hejmar ciwanan bû …

Cemalê Mihê kesayeteke pir civakhez û civatger bû. Xwedî jiyaneke pir sade û dilekî nizim bû. Lewre bi deng û kesayeta xwe ya hêja, xwedî taybetmendiyeke dilnewaz bû; hostayê komkirina mirvoan a li dora xwe û ketina dilê civakê de bû.

Cemalê Mihê, li hemberî qirkirina çand û civaka me, dengê berxwedaneke çiyayî bû…

Hostayê mezin, li pey xwe mîrateyeke pir girîng hişt; xwedîderketina li deng û dengbêjiya wî ya berxwedêr, erka me tevan e.

Weke TEV-Çand’ê em ji malbata wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hostayê mezin Cemalê Mihê de, em banga xwe ya xwedîderketina li çand û hunera xwe ya resen nû dikin.”