Komelên Ciwan: Bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan

Koordînasyona Komelên Ciwan li diji êrîşên dagirkeriya Tirk, di serî de bang li ciwanên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Ewropa kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê serî hilde û dakevin qadan.

Koordînasyona Komelên Ciwan li diji êrîşên dagirkeriya Tirk di serî de bang li tevahiya ciwanên Bakur û Başûrê Kurdistanê ;ciwanên Rojava ,Şengal, Mexmûr û Ewropayê kir ku li hember van êrîşên faşîst û dagirker yên ku li ser axa Rojava tê kirin, bi ruhê berxwedana Kobanê ya têkoşer û serhildêr dakevin qadan.

Di peyama Komelên Ciwan de ev bang tê kirin: “Dewleta Tirk a faşîst ku li hember destkeftiyên Tevgera Azadiyê û gele Kurd her ku diçe têk diçe; bi derûniyeke xerab ve êrîşê axa Kurdistanê dike. Em Koordînasyona Komalên Ciwan li hember êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker bang li tevahiya ciwanên Bakur û Başûrê Kurdistanê; ciwanên Rojava, Şengal, Mexmûr û Ewrûpayê dikin ku li hember van êrîşên faşîst û dagirker yên ku li hember axa Rojava tê kirin, bi ruhê berxwedana Kobanê yê têkoşer û serhildêr ve dakevin qadan û bi ruhê pêngava serî hildin. Divê ciwan bersiva pêwîst bidin êrîşên faşîma dewleta Tirk û her qadê bikin qadên çalakî û serhildanê.”