Komeke qorîciyan herêma operasyonê berdan

Komeke qorîciyan ku tevlî operasyona artêşa Tirk a li Cûdî û Gabarê bûn, piştî ku şer derkete kozikên xwe berdan û çûne malên xwe.

Operasyona artêşa Tirk ku li Cûdî û Gabarê ya Şirnexê dayî destpêkirin kete roja 7’an.

Operasyon bi tevlêbûna bi hezaran leşker û qorîciyan didome, car caran dengê çekan bilind dibe, herêm ji hêla balafirên şer û helîkoptêran ve tê bombekirin.

Ketin û derketina ji herêmê qedexe ye, piştî ku şer derket qorîciyên Dihê jî din av de gelek qorîcî kozikên xwe berdan. Çend qorîciyan kozikên xwe berdan hijmara wan baş nayê zanîn.