Komalên Ciwan banga 'seferberiyê' li ciwanan kir

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrîşên dagirker ên Tirk banga 'seferberiyê' li hemû ciwanên Kurdistanê kir.

Daxuyaniya Tevgera Ciwanan wiha ye: ''Dewleta TC'ê ya qirker, ji bo ku qira Kurdan bîne ev ji sed salî zêdetir e bi rêbazên herî gemarî êrîşên xwe didomîne. Dixwaze cografyaya Kurdistanê parçe parçe dagir bike, hewl dide ku piçek daxwaza azadiyê jî bi komkujiyan serkut bike. Ji bo ku navê Kurdan ji dîrokê rake xwe ji ti rê û rêbazî paş ve nehiştiye. Dewleta TC'ê ku bi faşîstiya xwe navdar hîmê xwe li ser pergala îmhayê ya qirker ava kriiye. Ji Dersimê heta bi geliyê Zîlan, Koçgirî, Agirî para her Kurdê ku ji bo hebûna xwe biparêze û azadiyê têkoşiyaye, bûye darvekirin û zindan. Her Kurdê li pey azadiyê hem komkujî li ser hatiye kirin û hem jî bêgav maye ku li ber zilma derî mirovî raweste.

Ev qedera bêqidoş ku li ser Kurdan hatî ferzkirin, bi pêşengiya Şoreşa Azadiya Kurdistanê PKK'ê guherîye, dema vejîn û rizgariyê ya Kurdan dest pê kiriye. PKK'ê hêviya qirkirinê ya dewleta TC'ê ya faşîst di gewriya wê de hiştiye, bi têkoşîna domdar a 50 salî ispat kiriye ku tevgera tolhildanê ye. Tam dema ku nêz bûbû ku Kurd û Kurdistan bi temamî were îmhakirin rabûna PKK'ê hemû planên faşîzma TC'ê serûbin kiriye. Têkoşîna PKK'ê ku Rêber Apo weke partiyeke ku qet wê tê neçe ava kirî, ji serî de heta niha bi berdêlên pir mezin milîtaniya fedayî ya azadiyê kiriye. Keç û kurên leheng ên Kurdistanê bûne şevreşeka TC'ê ya faşîst û şerê rûmet û şerefê kirine.

Şerê derasayî ya van 5 salên dawî, berxwedan û têkoşîn kurteya vêye .Dewleta faşîst a TC'ê dixwaze garantiya Şoreşa Azadiya Kurdistanê PKK'ê tasfiye bike, qira Kurdan bîne. TC ya ku dijminê Kurd û Kurdistanê ye, ji bo vê ev 5 sal in şerê giştî yê îmhakirinê dike. Hewldana dagirkirinê ya Qadên Parastinê yên Medyayê parçeyek ji vê ye. Artêşa faşîstan ku bi berxwedan û serfiraziya Garê hejijî têkçûna xwe qebûl nake. Xwedêgiravî artêşa herî mezin a NATO'yê li ber çavê cîhanê hatiye şikandin. Faşîzma TC'ê ketiye pey nixumandina vê têkçûnê û rûmeta xwe ya şikiyayî.

Ev hewldana dagirkeriyê ku 23'yê Nîsanê hatî destpêkirin jî bi vê armancê ye. Êrîşê vê carê tînin ser Metîna, Avaşîn û Zapê yên Qadên Parastinê yên Medyayê ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê berevaniyê lê dikin. Dewleta faşîst a TC'ê ku bi berxwedan û serfiraziya Garê gêjelanî bûyî dixwaze têkçûna ku jiyayî berevajî veike. Ev êrîşa dagirker jî bi destek, tifaq û pejirandina hêzên navnetewî dibe. 'Plana Hêrifandinê' ku projeya qirkirinê ye û gelek caran hatiye hêrifandin, dîsa germ dikin. TC weke her carê dîsa asê bûye û dîsa berê xwe dide hêzên NATO'yê. Di ber hesabên gemarî yên siyasî de, bi hin tawîzan parsekiyan alîkariyê dike. Li dijî van êrîşan ku siyaseteke komployê ya navnetewî ya rojekirî ye, gerîla berxwedaniyeke dijwar û bêhempa dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna her carê niha jî li dijî van êrişan bi rengekî fedayî li ber xwe didin. Ew neferên qewîn ên têkoşîna azadiyê ya Kurd û Kurdistanê ne, lewma wê nehêlin ku zerar bigihêje têkoşîna şeref û rûmetê. Yekane encama ku faşîstên dewleta Tirk ji vê êrişa dagirkeriyê werbigirin wê bibe Garêyeke nû. Wê sîleya berxwedana fedayiyên azadiyê bixwin. Ev berxwedana şeref û rûmetê, heta qelandina koka faşîzma dewleta Tirk dewam bike.

Bi navê Komalên Ciwan ku Tevgera Ciwanên Apoyî ye, em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku dest bi seferberiya berxwedanê bikin. Ciwanên Kurdistanê fedayiyên Rêber Apo ne. Bi bawerî, hişmendî û îradeya Rêber Apo xwe xemilandine. Li dijî van êrişên dagirkeriyê, ciwanên Apoyî bêdeng namîne. Dewleta Tirk a faşîst ku li pey wê yekê ye li Metîna, Avaşîn û Zapê derbê lê bixe, ji Kurdistanê heta Ewropayê wê li her cihî derbên herî mezin bixwe. Têkoşîn û hêrsa ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê wê bi berxwedana leheng a gerîlayên Zagrosê re bibe yek û faşîzma dewleta Tirk bicirifîne. Faşîstên barbar ên dewleta Tirk wê poşman bibin ku ketine Metîna, Avaşîn û Zapê. Divê ciwanên Kurdistanê her cihî bike navenda lêdana derbê û hesabpirsîna ji dijminê faşîst. Divê her der bibe Metîna, Avaşîn û Zap. Faşîstên dewleta Tirk, alîgir û nokerên wan li her deverê wê bibin hedefa ciwanên Kurdistanê. Faşîzma ku ji vê dagirkeriyê hêviyan dike wê nikaribe ji sendromeke nû ya Garê rizgar bibe. Bi dirûşma 'Bi ciwanên bûne baz, ber bi serkatina Zagrosan ve' em ji bo berxwedanê seferber bibin."