Koma nû çalakiya greva birçîbûnê wergirt

Greva birçîbûnê ya ku li dijî zext û êşkenceyan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû destpêkirin, bi dorveger didome. Koma nû greva birçîbûnê wergirt.

Greva birçîbûnê ya ku li dijî zext û êşkenceyan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû destpêkirin, bi dorveger didome. Koma nû ya ku ji 3 kesan pêk tê çalakiya greva birçîbûnê wergirt.

Kom wê piştî 5 rojan çalakiyê dewrî koma nû bike.

Daxwazên girtiyan ev in, “Divê rêveberiya girtîgehê dev ji şikandina îradeya girtiyan berde, divê tedawiya girtiyên nexweş were kirin û sewqên wan neyên sekinandin, di dema sewqên nexweşxaneyan de divê tiştên dûrî rûmeta mirovahiyê neyê kirin, divê girtiyên ku cezayê wan qediyaye werin berdan, mafê çalakiyên civakî yên ku bi pandemiyê re hatibû sekinandin divê dîsa were destpêkirin.”