Kolberên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi saetan li naverastê hatin hiştin

Cenazeyên 2 kolberên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor bi êrişa hewayî hatin qetilkirin, bi saetan li naverastê di binê tavê de hatin hiştin.

Êriş 20'ê Îlonê roja Duşemê li sêgoşeya sînor a gundikê Deraw ê taxa Xaşkan a navçeya Elbakê ya Wanê, gundê Bilindbasan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê û gundê Kuranî yê bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê pêk hat.

Artêşa Tirk bi helîkopteran li komeke ji kolberan reşandin. Di êrişê de Elîşan Ehmedî yê 16 salî û Sezodar Ehmedî yê 19 salî jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên herdu kolberan bi saetan di binê tavê de li naverastê hatin hiştin û piştre birin Saziya Tipa Edlî ya Colemêrgê.

Kolberên bi navê Mîkaîl Hatemî, Ferzad Hatemî, Diyar Hatemî, Ahîn Hatemî, Guldanî Hatemî, Zêro Hatemî, Kinyas Hatemî, Axacan Hatemî û Behzat Hatemî ku li ser sînor hatin destgîrkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Elbakê.

Kolberê bi navê Ş.Î. yê ji gundê Kuranî, qala dema êrişê û piştî wê kir. Ş.Î. diyar kir ku ji helîkopterê gule li wan hatiye reşandin û got, "Kolberekî di dema gulereşandinê xilas bû li me geriya û diyar kir ku ji helîkopterê li wan hatiye reşandin. Piştre jî me nekarî xwe bigihînin wî. Em hîn bûn ku cenazeyên me doh êvarê ji cihê bûyerê hatine birin. Cenazeyên me bi saetan li binê tavê li naverastê hatin hiştin. Em nizanin bê rewşa yên hatine destgîrkirin çawa ye."

Ji şêniyên gundê Kuranî Sadeş Pilifken jî anî ziman ku piştî kolber hatin qetilkirin, xeta sînor bi saetan bi topan hate bombekirin.