Kolberekî din li Serdeştê hate kuştin

Li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê doh bi şev kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.

Kolbernews’ê li ser hesabê xwe yê telegramê ragihand ku doh bi şev li herêma Dole Bî  ya Serdeştê komek kolber dibin armanca gulebarana hêzên Îranê.

Di encama wê gulebaranê kolberê bi navê Omîd Mihemedzade (39) yê ji gundê Girwês ê bajarokê Rebet ê Serdeştê ji lingê xwe ve birîndar dibe. Ji ber xwînrêjiya zêde wî kolberî jiyana xwe ji dest da.

Mihemedzade bavê 3 zarokan bû. Cenazeyê wî niha li nexweşxaneya Serdeştê ye û heya niha radestê malbata wî nehatiye kirin.