Kolberekî bang li mirovahiyê kir: Çima her kes bêdeng e?

M.S. ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kolberiyê dike, diyar dike ku ji ber bêkarî û xizaniyê ji neçariyê kolberiyê dike û dibêje, "Ji bo em ji mirinê û êşkenceyê bifilitin, divê ji 4-5 kemînan rizgar bibin."

Kolber M.S. ku ji gundê Bahremawaye yê bajarê Merîwanê ye, ji ANF'ê re qala pêkanînên rejîma Îranê yên li dijî kolberan kir. M.S. ji ber ewlekariyê nexwest nav û dîmenê wî bê belavkirin.

'BARÊ HERÎ SIVIK 30 KÎLO YE'

Kolberê M.S.têkildarî zordarî û hovîtiya ku hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê li kolberan dike wiha axivî: "Em ji bo kolberiyê diçin Tete. (Li Hewreman cihekî bilind û asê ye) Piştî ku em saet û nîvekê dimeşin em digihêjin Başûrê Kurdistanê. Em bi giranî TV, UPS, çixare û hwd. ji Başûr tînin. Di dema vegerê de jî tevî barê xwe em bi çar saetan dimeşin. Barê me pir giran e. Barê herî sivik 30 kîlo ye ku ew jî ji bo kolberên nikare barê giran rake. Ev bar carna digihêje 45-50 kîloyî, carna jî dibe 70 kîlo.  Dema ku kemîn tune be barê me 50-70 kg e. Dema ku kemîn hebe di navbera 25 heta 35 kîlo de ye.  Ji ber ku di rê av nîne, em ava xwe jî bi xwe re dibin. Giraniya wê jî heye. Dema ku li ser sînor kemîn hat danîn em 4 heta 10 saet li ser sînor dimînin."

'HEM DEST DATÎNIN SER BARÊ ME, HEM JÎ LI SER PIŞTA ME DIKIN KU JI WAN RE BIBIN QEREQOLÊ'

M.S. kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku di dema ketina kemînê de tên serê wan, wiha vedibêje: "Kolberî bi giranî li başûrê Rojhilat tê kirin. Dîsa li milê Îlam, Kirmaşan, Ûrmiyeyê, Loristan her wiha li Sine, Hewreman, Serdeştê tê kolberî pir tê kirin. Dema ku em li van deran dikevin kemînê êşkenceya giran li me dikin. Kesên ku dikevin kemînê, li gel êşkenceyê heqaret li wan tê kirin, çi kiryarên li derveyî mirovahiyê hebin li dijî wan tên kirin. Piştre jî barê kolber didin piştê û dibêjin ku wî barê xwe bibin qereqolê. Ji xwe piştî wê eşkenceyê birina wî barî ji bo qereqolê gelekî zehmet e. Ango him dest datînin ser barê me him jî bar datînin ser pişta me da ku em ji wan re bibin qereqolê. Carna jî hîna li ser sînor fîşekê berdidin û kolber jî ji neçarî vedigerin Başûrê Kurdistanê."

'PDK JÎ KEMÎNÊ DATÎNE'

Ciwanê Rojhilatî ê kolber di dewama axaftina xwe de diyar dike ku li aliyê Başûrê Kurdistanê jî kemînê datînin pêşiya wan û wiha dewam dike: "Kemîn tenê li aliyê Rojhilat nayê danîn. Li aliyê Başûr jî pêşmergeyên PDK'ê kemînê datînin pêşiya kolberan. Piştî ku tu ji kemîna pêşmergeyan derbas bû, hîn tu li xaka Başûr e vê carê xeteriya kemîna Spayan rû dide. Ango Spa jî carna tên xaka başûr û li wir kemîn datînin. Derveyî kemîna spayan mûhafizên parastina sînor jî cuda kemîn datînin. Dema ku gule berdidin, li seranserê li derdora xwe direşînin. Carna malbat tên wan deran ji bo seyranê. Li wê derê derveyî me pir kes hene. Lê ev rewş ji bo wan girîng nîne. Dîsa jî fîşekên xwe li me û gel direşînin. Ango heta em digihêjin cihê xwe herî kêm em ji 4-5 kemînan derbas dibin."

Kolberê M.S.  wiha behsa zehmetiyên kolberiyê dike; "Berê mesafeya meşê kêm bû. Hin cih hebûn 10 deqîqe bûn, hin cih hebûn 20 deqîqe bûn. Lê dewletê li wan deran dîwar lê kir. Niha ne gengaze ku em ji cihên hêsan biçin, ji bo wê jî em neçarin ku di cihên zehmet de biçin. Aliyên Tete şikêre û bilind e. Pir caran kolberên ku ji kemînê direvin dema dikevin dest û lingên wan dişkên. Hîn xerabtir carna jî jiyana xwe ji dest didin. Di kêliya kemînê de eger tu barê xwe bihêlî û birevî barê te dikeve destê wan. Carna eger nekarin heta qereqolê bibin dişewitînin. Carna jî dibin qereqolê."

Kolber M.S. balê dikişîne ser xaleke sosret: "Yên ku barê wan meşrûb bin pere didin qereqolan û bi vî awayî dikarin barê xwe derbas bikin. Ji ber ku ji wê meşrûbê wê ew bi xwe jî feyde bigirin. Ji xwe meşrûba ku hatî beşeke girîng dikeve destê wan. Lê derveyî wê destûrê bi derbaskirina tiştên din nadin."

Kolber M.S. diyar dike ku ew ji neçarî kolberiyê dikin û dibêje, "Ji bo ku em debara xwe bikin em neçarin ku kolberî bikin. Zarokên me hene. Carna nanê me yê rojane jî nîne ku em bixwin. Nêvengek ewqas bi krîz tê ava kirin lê nahêlin ku em kolberiyê jî bikin. Hemû cefaya vê rewşe feqîr dikişînin. Ji xwe yên kolberiyê dikin hemû jî feqîr in. Bêkarî pir zêde bûye. Lê tu projeyên dewletê ê ji bo feqîran nîne. Feqîr neçare ku kolberiyê bike, dema ku dike jî dewlet wan dikuje. Lê Kurdistana me ewqas dewlemend û xweşik e eger Kurd bi xwe bikarîban jê feyde bigirin wê kes neketiba vê rewşê. Lê mixabin dagirkerî nahêle."

Kolber M.S. bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li dijî van kiryarên li hemberî kolberan û got, "Li dijî vê rewşê raya giştî bêdeng e. Roj nîne ku kolber neyê qetilkirin. Hemû jî di medyayê de tê dayîn. Lê kes li dijî vê rewşê dengê xwe nake. Ez dixwazim bang li mirovahiyê bikim.  Eger mafê mirovan hebe wê demê çima ewqas bêdeng dimînin. Li dereke din a cîhanê dema kesek tê kuştin qiyamet rabe lê li Kurdistanê her roj bi sedan kes tên qetilkirin lê herkes bedêng e. Bêdengmayîn jî sûc e."

Kolber M.S. herî dawî tevî tiştên bi serê wan tê jî dibêje ku ew cîhaneke bi edalet hêvî dike û bawer dike ku ew cîhan wê ava bibe.