KODAR, PJAK: Em hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê boykot dikin

KODAR û PJAK'ê gotin, ''Bi baweriya tekoşîna demokratîk û radîkal a gelan û nebûna zemîna hilbijartinek azad û demokratîk, bi şêwazeke aşkere dewra hilbijartinê ya 13'an a Serokkomariya Îranê boykot dikin.''

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelên Îranê kirin ku hilbijartina 13'an a Serokkomariyê ya Îranê boykot bikin. KODAR û PJAK'ê gotin, ''Bi baweriya tekoşîna demokratîk û radîkal a gelan û nebûna zemîna hilbijartinek azad û demokratîk, bi şêwazeke aşkere dewra hilbijartinê ya 13'an a Serokkomariya Îranê boykot dikin.''

KODAR û PJAK'ê diyar kirin, ''Bêguman her dengek gulleyek ber bi kolberan, dara îdamê û kêmkirina jinan û têk birina jîngehê ye. ''

Di daxuyaniya hevpar a KODAR û PJAK'ê de li ser sedemên boykotkirina hilbijartinê ev xal rêz kirin:
1- Zêdetirî çil sal zilm û zorî, qikirina çandî, sîyasî û aborî bi şêvazek kirêt li alîyê pergala vilayî a Îranê berdewam  kiriye û guhertinek herî biçûk jî nehatî dîtin, mafên neteweyên jêr zilm Kurd, Lor, Ereb, Azerî,  Belûcî  û hwd. binpê bûye. Têgînin azadî û demokrasî li gel rayedarên pergalê tu nirxê xwe nîne û li pêşketinên gîştî û hemseng yê hemû netewên bindest bûye asteng.

2- Di pêvajoya hakimîyeta pergala ‘komara vilayî’ hemû serhildanên gelan serkut bûye û yê ku serî hildane jî di ax û xwînê de hatine gevizandin. Serhildanên zivistana sala 96 û payîza 98'an ji mînakên eşkere û dîrokî di karnameya reş a rejîmê ye. Piştrastkirina hilbijartinek din tê watayê serkutkirina dubare a gelan û opozîsyonên gîştî a Îranê.

3-Gelê Îranê ji vê pergalê pir aciz û nerazî ye û bi serhildanan salên derbasbûyî û xwepêşandanên rojane ê hemû nifşan ev tişt eşkere nîşan daye. Lewma divê em rêz bigirin vê helwestê gelan û li gorî wê, baykotkirinê wek nêzîkatîyek demokratîk radîkal dibînin.

4- Nêzîkatiya rejîm û hemû balên wê li hemberî mesela Kurd wek hev, faşîstî û dijminane ye. Niha jî dev ji stratêjîya qirkirina çandî û sîyasî û hwd. li ser esasê sîyaseta asîmîlasyon û entegrasyonê bernedaye û bi hebûna pirsgirêka Kurd wek mezintirîn pirsgirêka sîyasî a welat îtiraf nekirîye. Berdewame bi mîlîtarîze kirina Kurdistanê û her sal êrîşê xwe yê leşkerî taybet di heremên hundirîn ê  rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên gerîlla didomîne û pêlên destgîrkirin, zîndanî kirin û îdaman taybet dijî çalakên jîngeh û civaka sivîl û kuştina kulberan zêde bûye û gihîştî astek metirsîdar. Şerxwazîya rejîmê berdewam bersivek bûye bi neqşe rêya demokratîk û aşîtîxwaz a KODAR û PJAK û dijberîya vexwazîyên demokratîk ê gelê kurd.

5- Rjîma heyî stratêjî û bernameyek wê  rêkûpêk ji bo çareser kirina bingehîn a qeyranên civakî, aborî, jîngehî, çandî, îdeolojîk û hwd. nîne lê hewl dide qeyranan bi hêmanên navxwe û derweyî sazîya desthilatdarîya xwe û ji bo çareser kirina wan xwe berpirsyar nabîne. Hemû qeyran gîhiştine asta kaos û teqînê, ji ber  hêza civakê a  tahamula zextên giran nemaye.

6- Hemû nifşên civakê wek ciwan, jin, karker, karmend û rewşenbîr di qeyranê qelp ê rejîmê de di rewşek dijwar ji bo bidestxistina azadîyên xwazayî ê dabînkirina debara jîyana xwe de giriftarin û berdewam tên tepisandin. Rejîm bi asteng kirina azadîya, înkar kirina mafên demokratîk û zêde kirina cezayan; civak ber bi fetisandinêwe dibin. taybet nerazîbûn û îtîrazên karkeran û tevgerên sivîl û xweser a karkeran bi şêwazek gîştî êşên pir zêdê girtine ser milê xwe û hemû mafên wan hatine binpê kirin lê dîsa jî nerazîbûnê wan berdewam in û ew tê watayê ne meşrû zanîna pergala heyî ji alîyê hemû karkeran. Di rewşek ku divê tekoşîna gîştî civakê li ser stûna tevgera ciwana pêşde biçe Para ciwanan tenê bûye binçav kirin û îdam.

Rejîma teokratîk û zilamsalar a rayedarên desthilatdarîyê, bi zêde kirina dijayetî bi jin hemû derfetên xwazayî ji bo bi dest xistina azadî ji jinan girtî û hemû qadên rêveberî, biryarsazî, biryar girtin, piratîk, sîyaset û zagonsazî ji bo jinan asteng kirî. Meyzandinê dijminane ê zilamsalar û cinsîyetparêzi bi jinan di pergala heyî, bûye sedemê serkut kirin û derêxistina jinan. Tekoşîna demokratîk û radîkal a jinan tahamul nake û bi îdamê bersiv dide.

8- Rûyek leşkerî û şer daye sêzdehemîn dewra hilbijartinê serok komarî a  meha hezîrana sala 1400 ku agahîya kûrbûna şerê navxwe û derwe, qirkirin, serkut, zext, înkar, tirs, dijbertî a jinê, ferdperestî, zîndan û îdamên zêde di kêleka buhranê ku gîhîştîye asta teqînê ye. Hebûna gel di hilbijartinê wek amûrekî bi kar tînin.

KODAR û PJAK'ê li ser mijara bi hev re kirina hilbijartina encûmenan û serokkomariyê jî got, ''Pergala faşîst bi şêwazek xapînokî hilbijartina encûmenan bi hilbijartinên serokkomarî hemwext kiriye, da ku rêjeya tevlêbûna gîştî di çavê cîhanê û ragihandinan berfireh û jor nîşan bide û her tevlêbûn di refên encûmenan wek hilbijartina serokkomarî û xwestek bo pergalê nîşan bide.''

KODAR û PJAK'ê boykotkirin an jî tevlêbûna li hilbijartina encûmenan bi hêviya gel ve hişt, got, ''Hilbijartinên encûmenan û mijara tevlêbûna yan baykotkirinê em wek mafek azadane dispêrin civak û gel bixwe.''

KODAR û PJAK'ê wiha got:

''Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK bi bawerîya tekoşîna demokratîk  a civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê, nêrîna wê derbarê hilbijartinê encûmenan bi mile esasî mafê gelê me û hewildana hemû nifşên civakê derweyî qada pêkkhateya hakimîyetê, kûr bûye. Lewma hilbijartinên encûmenan û mijara tevlêbûna yan baykotkirinê em wek mafek azadane dispêrin civak û gel bixwe.

Hilbijartin ne her tişt e. Lazim e tekoşîna demokratîk a gelan û kolanan bi şêvazek hevgirtî bi refên karkeran, jinan, ciwanan, karmend, rewşenbîr û hemû nifşên azadîxwaz û demokrasîxwaz wek fermanek derî hilbijartin pêş bikeve û bi yekîtîyek gîştî bi dirûşmeya ‘ na ji bo îdamê, erê ji bo demokrasî’ were rêxistinkirin. Bi hêzkirina bizava tekoşîna demokratîk, stratejîya bingehîn a gelan e. Li ser vê esasê tenê  baykot kirina hilbijartinê têrê nake û divê rêxistin kirina gelan ji alîyê wan bixwe bibe tewera tekoşîna demdirêj a demokratîk û radîkal.''