KODAR: Mamoste Mela Muhemed tim wefadarê gel û welatê xwe bû
Komîteya Ol û Baweriyê ya Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi munasebeta wefata Mamoste Mela Muhemed peyameke sersaxiyê da.
Komîteya Ol û Baweriyê ya Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi munasebeta wefata Mamoste Mela Muhemed peyameke sersaxiyê da.
Bi boneya wefatkirina welatparêzê bawermend ê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Mamoste Mela Muhemed, Komîteya Ol û Baweriyê ya KODAR’ê peyama sersaxiyê da.
Komîteyê diyar kir ku ew ji ber wefata Mamoste Mela Muhemed sersaxiyê ji malbata wî û gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî xelkê bajarê Seqiz ê welatparêz û wêjehez û mamosteyên ayînî û welatparêz dixwazin.
Komîteyê anî ziman ku Mamoste Mela Muhemed kesayetekî siyasî, wêjeyî, civakî û mamosteyekî ayînî, navdar û welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê bû û got, "Heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkoşiya û ti carî pêwendiya xwe bi gelê têkoşer û welatparêzê me qut nekir. Bi ruhekî berpirsiyar û dilsoz alîkarî û piştgirî da gelê Kurd ê berxwedêr û zarokên wê yên têkoşer."
Her wiha komîteyê da zanîn ku Mamoste Mela Muhemed tevî ku erkên xwe yên welatparêziyê pêk aniye, kesekî rexnegir, xwedî helwest û wêrek bûye û ti carî pişta xwe li şoreşa azadî û demokrasîxwazî, bîr û baweriya xwe û gelê xwe nezivirand û timî wefadarê gel û welatê xwe bû.
Di dawiya peyamê de hate gotin ku doktorînên Mamoste Muhemed ji bo gelê Kurd û bi taybetî ciwanan dersa welatparêzî û xwedîderketina li xak û welat bûye û got; "Mamoste Mela Muhemed pir girîngî daye hişyarî û xwendina ciwanên Kurd û erkê welatparêziyê ji erkên ayînî ferztir zaniye û bi domdarî li hemberî dagirkerî, zilm û zordariya neyarên Kurd sekiniye. Erkê hemû mamosteyên ayînî û dilsozên welatê me ew e ku xwedî li têkoşîn û jiyana Mamoste Muhemed derkevin û li ser vê bingehê erkê xwe yê welatparêziyê bi cih bînin."