KODAR: Em bûyera Serdeştê lêdikolîn

KODAR, da xuyakirin ku nûçeyên mîna li qada Serdeştê 5 gerîlayên YRK’ê jiyana xwe ji dest dane, lêdikolin.

Li ser daxuyaniya çavkaniyên leşkerî ya Îranê ku dibêjin li qada Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê 5 gerîlayên YRK’ê jiyana xwe ji dest dane, endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê daxuyanî da û got: “Têkîldarî şerê behsa wê tê kirin, ti agahiyên zelal di destên me de nînin. Piştî me agahiyên pêwîst bi dest xistin, em ê bi raya giştî re parve bikin.”

Piştî êrîşa berfireh a ku dewleta Îranê sala 2011’an li dijî gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê yên li Qendîlê dabûn destpêkirin, bi rojan şerekî dijwar qewimîbû. Di encama şer de aliyan agirbes îlan kiribûn, lê Îranê piştre gelek caran bi êrîşên li dijî gerîlayên YRK’ê ve ev agirbest îxlal kiribû.

Herî dawî, 5 Gulanê careke din leşkerên Îranê li qada Serdeştê êrîşî gerîlayên YRK’ê yên ku hêzên parastina girêdayî KODAR’ê ne, kiribûn. Di şerên dijwar de komek kontr-gerîla ji aliyê gerîlayên YRK’ê hatibûn kuştin.