Êrîş li hêzên rejîmê hate kirin: Herî kêm 38 kes mirin

Li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşek hate kirin û hate gotin ku herî kêm 38 kes mirine.

Êrîş li herêma El Harî ya li rojhilatê Sûriyeyê rû da. El Harî li başûrê rojhilat Bûkemalê yê li herêma Dêra Zorê ye.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA îdîa kir ku êrîş ji aliyê hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA ve hatiye kirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ew nizanin bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, lê herî kêm 38 şervanên alîgirê rejîmê hatine kuştin.

Meha Sibatê jî hêzên koalîsyonê li Dêra Zorê bombe li hêzên rejîmê yên êrîş birin ser QSD'ê barandibûn. Di êrîşê de herî kêm 100 şervanên alîgirê rejîmê hatibûn kuştin.