KNK ji bo yekîtiya netewî bi welatiyên Germiyan re civiya

Xebatên KNK’ê yên di çarçoveya yekîtiya netewî ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike. îro Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi welatiyên Germiyan civiya.

Îro saet 16:30’ê li navenda Rêxistina Hana Kurd a navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyan heyeta KNK’ê bi armanca gotûbêjkirina li ser yekîtiya netewî bi welatiyên navçeyê re civiya.

Di destpêkê de parlamenter û endamê KNK’ê Salar Mehmûd ku axivî, wiha got; “Demeke KNK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên xwe bihêz kirine. Li ser mijara pirsgirêka netewî û niştîmanî ya Kurdistanê bi gelek kesayetên dervey Kurdistanê re dicive.”

Mehmûd wiha domand: “Di çend salên buhrî heta rojên îro de, li gor ew guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, li her çar parçeyên Kurdistanê jî xebat û têkoşînek mezin tê meşandin. Îro heyeta KNK’ê hatiye Germiyan, dixwaze li gel çîn û pêkhateyên vê herêmê li ser ew projeya ku daye partî, rêxistin û kesayetan guftûgo bike. Vê jî bike nexşerêya xebata ji bo çêkirina yekîtiya netewî.”

Piştre jî Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî ku jî axivî û got: “Ji roja KNK hatiye avakirin heta îro, li gel çîn û pêkhateyên her çar parçeyên Kurdistanê pir caran civiyaye. Gava duyemîn jî me dest bi çêkirina hinek civînên şêwra li gel partiyan kiriye. Divê li ser asta cîhanê, Kurd xwedî rêveberiyek hevbeş bin. Her wiha xwedî dîplomasî û konseyek hevbeş a leşkeri bin. Nabe em heta dawiyê parçe bin.Di civîna şêwra netewî ya ku di meha Tîrmeha îsal de hat lidarxistin, ji dervey hizib û hêzên siyasî, kesayetî û rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî tevlî bûn. Tişta niha em dikin daxwaza gel û hizbane.”

Kamûran Berwarî di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser qonaxa duyemîn a piştî civîna şêwra netewî ya Silêmaniyê û wiha pêde çû: “Em ê 6 konferansên mezin lidar bixin. Em ê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê 4 konferansan bikin. Konferansek ji bo Kurdên Sûvyetê û koneransek ji bo Kurdên dervey welat lidar dixin. Em ê encama hemû konferansan kom bikin û hemûyan bikin konferansa mezin a Kurd.”

Di dawiya civînê de jî Kamûran Berwarî ew 21 xalên rêgezên KNK’ê yên ji bo pêkhatina yeketiya netewî xwendin. Civîn bi guftûgo û pirsên beşdarvanan bidawî bû.