KNK'ê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir

"Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî peyamek weşand.

KNK'ê bi wesîleya rojê bal kişand ser zext û zora li ser zimanên Kurdistanî û diyar kir, "Demeke dûr û dirêj e ku gelên Kurdistanê bi Kurd, Kildan, Asûrî, Suryanî û Ermenî bi fermanrewaya dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê ji wî mafê rewa bê behr in. Zimanê Dayikê li me qedexe kirine û bi hemû şêweyên şovenistî û regezperistî, hewil dane û didin ku zimanê me lawaz û kirêt bikin û ji holê rakin. Kesayetiya me di nava civaka Ereb, Faris û Tirkan de bi fetisînin."

KNK'ê destnîşan kir ku parastin û xwedîderketin, bikaranîn û axaftina bi zimanê dayikê bingeha hebûna her neteweyê ye,hevênê nasname û kesayetiya her teke kesekî/a civakê ye, û yeke ji sitûnên herî giring yên netewebûnê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ew mirovê zimanê xwe yê zikmakî ji dest da, yan pêve girêdayî nema, her tiştê xwe bi hêsanî wê ji dest bide, û hesta neteweyî li cem lawaz dibe."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma pêwîste Kurdistanî zimanê xwe yê dayikê û neteweyî bi hemû zaraveyên heyî ve biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin. Bêgûman her zimanê nekeve nava proseya perwerde û xwendinê û lêkolînên akademîk dem bo demê ser nehên encam dayîn, ew ziman pêşnakeve û nayê parastin jî."

KNK'ê bi wesîleya rojê spasiya kedkarên zimanê dayikê hemûyan kir û ragihand, "Li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet li rojavayê Kurdistanê serbarê wê rewşa şer, rewşên nexweş, barê asayîşa giştî û nearamiya di tevaya warên jiyanê de, proseya xwendin û perwerdeya bi zimanê zikmakî nesekiniye û roj bı roj pêş de çû ye.

Roja Navneteweyî ya zimanê dayikê li dayikên me û li hemû xelkê Kurdistanê pîroz be.

Bila Em hemû, zimanê kurdî bi ( hemû zaraveyên xwe ) ve û zimanên din yên Kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxêvîn.

"Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin."