KNK’ê ji bo hestiyarî û diyalogê bang kir

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber bûyerên li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê banga hestiyarî û diyalogê kir.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber ku li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên Kurd de alozî û şer pêk neyê banga hestiyarî û diyalogê kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Serê vê sibehê li başûrê Kurdistanê li devera çiyayê Metîna, bûyerek pir xeter pêk hat û nuçeyên xembar gihîştin me. Di encama vê bûyera xemgîn da komek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û komek jî birîndar bûn. Gelê Kurdistanê û dostên gelê me, ji ber vê boyerê dilşkestî û xemgîn in. Em KNK jî, ji vê bûyerê xemgîn û dilgiran in.

Li çiyayê Metîna ji 40 rojan zêtedtir e, di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPGê de şerek dijwar rûdide. Armancên dewleta Tirk û encamên vî şerî diyar in. Artêşa Tirk di êrîşên xwe de, gelê herêmê, gundên herêmê û xwezaya herêmê jî dagir dike. Heya niha 22 gunden Kurdan û Keldanîyan hatine valakirin, zevî û bahçeyên gundîyan û daristanên herêmê hatine şewitandin. 1.500 kesan zêdetir xelk ji wan gundan koçber bûne.

Serokomarê Tirk roja 2’ê Hezîranê li ber çavên cihanê, di televîzyona xwe fermî da, peyama qetlîama li dijî Kurdan dubare kir û got  wê dewleta Tirk kampa penaberan ya Maxmûrê paqij bike. Li qempa Mexmûrê 13.000 zarok, jin, mêr, kal-pîrên Kurd hene û ji ber zilma dewleta Tirk penaber bûne. Di rewşeke weha da pewîstiya Kurdan sekneke hevbeşa neteweyî ya dijê siyaseta komkujîya dewleta Tirk heye.

Bi çi armancê be bila bibe, bê diyalog û bê agahdarî, şandina hêzek pêşmerge ji bo vê deverê, cihê pirsê ye. Armanc û rewşa bûyerê her çi dibe bila bibe, kî xetabar e kî heq e kî neheq e, li ser bersivên van pirsan wê bê rawestan. Lê tişta lezgîn ev e ku bûyer mezintir nebe û nebe sedema şerekî navxweyî. Gel û dostên me li ser vê rewşê hestiyar in. Divê em hemî hewl bidin ku bûyer mezintir nebe. Mezinbûna bûyerê dilê gelê me dişewitîne û dilê dijminan xweş dike.

Pirsgirêkên di navbera hêzên Kurdistanî de, divê bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Ji bo vê, ev nêzika salekê ye em di nava hewlên aştî û diyalogê de ne. KNKê û Yekîtîya Parlamenterên Kurdistanê li gel hinek kesayetên Kurdistanî, komîteyek diyalogê ava kir û kete nava hewldanan. Ev hevldan heta niha jî berdewam in.

Em KNK, bang li aliyan dikin û dibêjin; di navbera xwe de diyalogê pêk bînin û pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin. Her weha em bang li hemî hêz û kesên Kurdistanî dikin ku di vî warî de xwedî helwest û rolekî pozîtîf bin.

Bi vê munasebetê, em ji pêşmegeyên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji gelê Kurdistanê û malbatên wan re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”