KNK: Doza rizgarkirina Efrînê rojeva me ya sereke ye

KNK'ê diyar kir, doza rizgarkirina Efrînê ji bo gelê Kurd rojeva sereke ye û berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê silav kir. KNK'ê bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Konseya Rêveber a KNK'ê, ji ber salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, 20'ê Çileya 2018'an dewleta Tirk bi hêza xwe û hevkarên xwe terorîstên Selefî êrîşeke hovane bir ser Efrînê û hate gotin, "Di vê êrîşê de hedefa hêzên dewleta Tirk, ne tenê hêzên leşkerî bûn, jin, zarok, kal û pîr tevahiya gelê Efrînê, ji xwe re kirin amanc û hemû pîvanên hiqûq û mirovahiyê binpê kirin. Di êrîşa Efrînê de, ji bilî kesên xwedî wijdan û dostên Kurdan, hêzên serdest ên Cihanî bê deng man û li êrîşê temaşe kirin."

LEHENGIYA YPG/YPJ'Ê

KNK'ê diyar kir, hêzên YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên hovane bi fedakarî û lehengiyeke mezin li ber xwe dan, demeke dirêj Efrîn parastin û wiha dewam kir: "Li hember hêzeke dehan qat ji wan zêdetir, li hember çekên NATO'yê yên pêşketî, li hember êrîşên hewayî, hêzên YPG/YPJê 58 rojan berxwedanek gelek xurt kirin. Piştî wêraniyek mezin û şehadeta gelek sivîlan, hêzên parastinê xwe ji navenda Efrînê kişandin û herêm ji teref hêzên dewleta Tirk û selefiyên terorîst ve hate dagirkirin."

EFRÎN A ARAM, WÊRAN KIRIN

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist, Efrîn beriya şer herêmeke aram û avadankirî bû Û diyar kir, "Deh meh in Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê yên hêzên selefiyên terorîst de ye. Efrîn niha wêran e û ji her alî ve hatiye talankirin. Gelê xwecihî yê Efrînê koçber e, di şûna wan de kesên cuda hatine cihkirin û demografiya Efrînê hatiye guherandin. Efrîn cihekî aram û xwedî rêveberiyek demokratîk bû. Niha Efrîn bûye biryargeh û perwerdexana hêzên Selefîyên terorîst. Salek e li Efrînê, ji teref dewleta Tirk û hevkarên wê ve sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin."

DOZA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ROJEVA ME YA SEREKE YE

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir: "Ji bo me û ji bo gelê me, doza rizgarkirina Efrînê rojeveke sereke ye. Şerê azadiyê li herêma Efrînê berdewam e. Rêveberiya Rojava, hêzên parastinê û hêzên Kurdistanî, bi biryar in ku Efrînê rizgar bikin. Ev liv û tevger heta Efrîn û deverên din yên dagîrkirî bêne rizgarkirin, wê berdewam bikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Efrînê bi rêzdarî bi bîr anî, berxwedana heyî ya şervanên Efrînê silav kir û ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê bang li gel kir.

KNK'ê bang li raya giştî ya cîhanê jî kir û got, "Îro roja Efrînê ye, Efrînê û gelê Kurd tenê nehêlin û li hember dagirkeriyê piştgiriya gelê Efrînê bikin."