KKP'ê serdana malbata Şenyaşar kir

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek serdana malbata Şenyaşar kir ku li Rihayê di Nobeda Edaletê de ye.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dikin. Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 343'an de ye.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek tevî parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn û rêveberên HDP'ê yên bajêr serdana malbata Şenyaşar kirin.

Çîftyurek di dema serdanê de axivî û got, "Dayikek, malbatek bi mehan e nobeda edaletê digire. Em wan silav dikin. Berxwedana wan berxwedana gelê me ye."