KJK: Ji cihên ku dagir kirine wê bên avêtin

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên Tirk parçeyek ji plana têkbirinê ya sala 2014'an û got, "Gerîlayên me wê bi berpirsyariya dîrokî welatê xwe heta dawiyê biparêzin û dijmin ji xaka ku dagir kiriye biavêjin."

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku gerîla li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî êrişan bi ruhê fedayî gavan diavêjin.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Êrişên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst û artêşa Tirk a dagirker ên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê, weke dewama konseptekê ketine meriyetê. Êrişa dagirkeriyê ku di roja salvegera Qirkirina Ermenan de hate destpêkirin, eşkere ye ku hewldanek ji bo qirkirina Kurdan, tevgera me ya azadiyê û gelên berxwedêr e. Êrişên dagirkeriyê ku weke konsepta îmha û înkarê tê meşandin, parçeyek ji plana têkbirinê ye ku sala 2014'an dest pê kir.

Beriya her tiştî em gerîlayên HPG û YJA Starê bi coş silav dikin ku ji 23'ê Nîsanê ve li dijî êrişa tunekirinê û dagirkeriyê ya artêşa Tirk a faşîst bi ruhê fedayî yê mezin li ber xwe didin. Gerîlayên Kurdistanê bi ruhê Garê li Avaşîn, Metîna û Zapê li ber xwe didin, bi ruhê fedayî bi pêngavan bersivê didin êrişan.

Ev êrişên dagirkeriyê yên ku bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî ji bejahî û hewayî bi rengekî berfireh tê meşandin, eşkere ye ku bêyî piştgiriya DYE û hin hêzen herêmî nekarîbû bê meşandin.

Rêveberiya nû ya DYE'yê piştî karê xwe yê 100 rojî bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kirin û heman piştî vê hevdîtinê jî êrişa berfireh a dagirkeriyê dest pê kir. Ev jî ispat dike ku şirîkê tunekirina tevgera azadiyê ya Kurd e. DYE'yê qirkirina Ermenan nas kir, lê di heman demê de xwe ji qirkirina Kurdan venegirt.

DYE'yê rêveberên PKK'ê careke din xist 'lîsteya terorîst' û bi vî rengî kir hedef û di xeta sîxurî-nokeriyê de bêrûmetî li Kurdan ferz kir. Vê yekê jî pêşî li dewleta Tirk vekir ku li dijî PKK'ê operasyonên tunekirinê bimeşîne û Kurdan qir bike.

Ev biryar divê ne ji aliyê gelê DYE'yê ne jî ji aliyê raya giştî ve bê qebûlkirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê ji DAÎŞ'ê parast, bi dayina bi hezaran şehîdan gel li dijî êrişên faşîst xist nava eniya têkoşîn û berxwedanê. Lewma divê li berjewendiyên demkî yên dewletan nealiqin, li dijî vê biryar û kiryara şaş helwestê nîşan bidin. Pênasekirina PKK'ê bi lîsteya terorê tê wateya pênasekirina gelekî bi terorîzmê. PKK a ku ji bo neteweya demokratîk û gelê azad têdikoşe, bi ti awayî eleqeya xwe bi karekî terorîzmê re nîne. Ev hêzên navborî hemû bi vê rastiyê zanin. Çarenûsa gelekî bi pêşengê wî gelî ve girêdayî ye. Ferzkirina qirkirinê li ser pêşengê wî gelî tê wateya ferzkirina qirkirinê li ser wî gelî. Di serî de jin, wê gelê me li dijî vê yekê li ber xwe bidin û vê plan û biryara qirkirinê qebûl nekin.

Dewleta Tirk di dema herî zehmet a dîroka de xwe de ye. Di dema herî krîtîk de ye. Kiryar û zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk li serê tevahiya cîhanê bûye bela. Jinûve zindîkirina vê rejîma faşîst a ku bi bela quretiyê dike, beriya her tiştî wê bi hêzên herêmî û navneteweyî bide windakirin. Hêz û gerîlayên azadiyê yên Kurd bi îrade, moral û rûmeteke mezin heta dawiyê li ber xwe didin. Tevger û gerîlayên me ku hêza xwe ji mafdarî û rastiya xwe werdigirin, bi hişmendiya dîrokî ya berpirsyariyê wê heta dawiyê welatê xwe biparêzin û bi serketinên mezin, dijmin ji xaka ku dagir kiriye biavêjin. Îrade, bawerî û moralê gerîla xezîneya xwe ya herî mezin e. Wê kes nikaribe bi hêsanî vê xezîneyê dagir bike.

Ji ber vê yekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê divê ji aliyê Kurdan hemûyan ve weke xeta sor bê dîtin û nerazîbûna bê nîşandan jî di asta herî bilind de be. Ji ber ku gerîla misogeriya azadiya gelê Kurd û gelê herêmê ye, hêviya paşerojê ye. Ji bo vê hêvî û azadiyê bi her awayî divê fedakarî bê kirin. Gerîla, gel û jinên ku bi vê bawerî û biryardariyê li ber xwe didin wê bi ser bikevin.

Jinên Kurd divê li dijî dagirkeriyê, bi hişmendî, wêrekî û biryardariya dem dema parastina Kurdistana Azad, Rêberê Azad û Jin a Azad e, bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê û li her cihê lê ne bi pêşengiya rabûna li ber dagirkeriyê bikevin nava tevgerê."