KJK: Endama me ya Konseya Rêveber Leyla Agirî bi êrişa hewayî şehîd bû

KJK'ê ragihand ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî şehîd bûye û diyar kir, "Bi navê tevgera jinê ya Kurd, em soza xwe dubare dikin ku bi dilsoziya bi bîranîna hevala Leyla Agirî ku jin a pêşeng bû, li Kurdistana azad jiyana azad biafirînin."

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

"Jinên Kurd bi wê biryardariyê ne ku sedsala 21'ê hem bikin sedsala azadî û wekheviyê, hem jî sedsala jinûve zindîbûna nirxên manewî, wijdanî û exlaqî yên mirovahiyê. Bi vê biryardarî û îdîayê têkoşîna azadiyê dimeşînin. Weke ku tê zanîn Mezopotamya navenda bûyîna mirovahiyê ye. Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê herêmê ye. Gelê Kurd, jinên Kurd li vê xakê pêşengî ji mirovbûna mirovahiyê re kir. Li xaka Mezopotamyayê ku dergûşa mirovbûna mirovahiyê ye, pêşengiya jinê bi fikr û keda azad bi pêş ket, jiyan hêsan û bedew kir. Lewma di dema xwedawendan de ku pêşengiya jinê pîroz dihate dîtin, jiyana xwe dispêre hezkirin, hurmet û kedê di heman demê de hêza mezin a wateyê dihate afirandin.

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke jinê ye. Bi gotineke din, afirandina şoreşan di nava şoreşê de ye. Jin ti carî di vê astê de tevlî têkoşîneke din a azadiyê ya gelan nebûne. Di ti şorşeên mirovahiyê de rol û mîsyona pêşengiyê ya stratejîk ji jinan re nehatiye dayin. Pêşengiya me ya jinê, li ser bingeha paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo, pêşengiyeke kolektîf e ku xwe dipsêre avakirin û birêxistinkirina jiyana azad û berxwedana li her qada jiyanê ye. Serok Apo bi paradîgmaya xwe ya azadiyê, bi sekna xwe ya jiyanê û bi kesayetiya xwe şoreşek afirandiye ku cîhan pê hejandiye. Di pêşketina şoreşa jinê de, di serî de li nava refên me yên azadiyê, li dijî ferasetên serweriya mêr û kolekirina jinê têkoşîn hate meşandin, ew hatin guhertin û pêşengî ji wan re hate kirin. Cewhera tevlîbûna jinan bi rengê fedayî li nava şoreşa Kurdistanê, ji daxwaza wan a ji bo afirandina jiyana azad e. Lewma şoreşeke bi vî rengî ku jin bi rengekî kolektîf lê zane bûne û rabûne ser piyan, rahiştine çekê û şer kirine, artêş bi rê ve birine, fermandarî û lîdertî jê re kirine, di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin.

Şoreşa Kurdistanê, têkoşîna me ya şoreşa jinê li cîhanê ispat kiriye ku li derveyî modernîteya kapîtalîst jiyaneke cuda pêkan e. Ya ku herî zêde modernîteya kapîtalîst ditirsîne, hilweşandin têkilî û modela jiyanê ye ku xwe dispêre kolekirina jinê, serweriya mêr a hegemonîk e ku bi rêya modela netewe-dewletê belav kiriye. Sedema bingehîn a êrişên li dijî Rêberê me, PKK'ê, gelê me û jinan ew e ku kesên tevlî şoreşê dibin ji sîstema jiyana serwer qut dibin. Dûrxistina civakê ji modernîteya kapîtalîst, pirsîna li sîstema kapîtalîst û dehfdana jiyaneke cuda û ji her tiştî girîngtir afirandina jiyaneke alternatîf e. Qutbûna ji çerxên jiyana sîstema kapîtalîst gavên herî bi heybet ên ji bo jiyana mirovî ye. Tevgera jinên azad ên Kurdistanê li ser vê bingehê ji Sakîne Cansizan dest pê kir û Zekiye, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Viyan Soran, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan, herî dawî şehîdên leheng ên Heftanînê Esmer, Zelal, Nûcan û Doga afirand. Şehîdên me yên jinê şehîdên afirandina jiyana nû û azad a li Kurdistanê ne.

Yek ji nûnerên wêrek û leheng ên berxwedan û dîroka me ya azadiya jinê, hevala Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) di Hezîrana 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Destpêkê bila serê malbatê, xizmên wê, gelê me û jinan hemûyan sax be. Bi navê tevgera jinên Kurd em soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevala Leyla Agirî ku jin a pêşeng bû, em ê li Kurdistana azad jiyana azad biafirînin.

MILÎTANEK BÛ KU HEVPEYMANEKE RAST BI RÊBERTÎ RE ÇÊKIRIBÛ

Hevrê Leyla Agirî sala 1973'an li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bû. Piştî ku xwendina Lîseyê qedand, sala 1993'an tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku tevlî bû, navê Leyla Qasim li xwe kir û hîn di destpêkê de nîşan da ku wê weke jineke evîndara azadiyê û berxwedêr bimeşe. Piştî ku çû qada Rêbertî û Rêbertî nas kir, hişmendî û îradeya wê xurtir bû. Gihîşt wê hêza wateyê ku rastiya jinê nas bike, bibe ya xwe û bi baweriya ji xwe, xwe ji nû ve biafirîne. Bû xwedî wesfên pêşengtiyê.

Di Nîsana 1996'an de hevpeymana xwe ya bi Rêbertî re bi van gotinan destnîşan kir; 'Seroke min, yekane daxwaza min ew e ku bibim hêjayî ked û hewldanên Rêbertî, li pêşberî vê kedê hurmetdar bim û di vê çarçoveyê de şer bikim'. Meşa xwe ya azadiyê bi gavên bi biryar hertimî bi ser xist. Hevrê Leyla Agirî di tevahiya jiyana xwe de, di kêliyên herî zor û zehmet de hevpeymana xwe ya bi Rêbertî re ji xwe re kir pîvana jiyanê û bi vî rengî meşiya. Di rêya afirandina jiyana azad de li hemberî zor û zehmetiyan ti carî dest ji têkoşînê neqeriya. Her tim bi îrade û hişmendiyeke mezin destpêkên nû afirand. Hevrê Leyla Agirî digot, 'Em ji Rêbertî hîn bûn ku bi xurtî pêşwaziyê li êş û zehmetiyan bikin. Divê mirov her êşê veguherînin pêngaveke xurt, tola mezin hilînin û bi israr û biryardarî her derê û her demê bikin qada berxwedanê. Dema ku mirov vê dike, hingî êşa mirovan kêm jî be sivik dibe. Em ê xurt bin, ji ber ku me soz dane van canên bedew, me soz dane şehîdan. Hevpeymana me bi Rêbertî re heye'. Bi vê nêzîkatiyê ruh û biryardariya têkoşînê di kesayetiya xwe û derdora xwe de timî bi pêş xist. Her wiha bi gotina 'Reng û cihê berxwedanê tê guhertin, lê belê berxwedan her tim bi rengekî bi heybet dewam dike' nîşan da ku jiyan çawa jiyana azad li ku û kengî diafirîne û xwedî dike. Hevala Leyla her tim bi çavê rexneyê li jiyanê, pratîkê û derdora xwe nihêrî. Jiyaneke bênakokî û bêşer ti carî rast nedît û ev tespît dikir, 'Ya girîng ew e ku mirov nakokî û têkiliyê bi sekn û têgihiştineke xurt a paradîgmayî pêşwazî bikin'. Lewma di nava hewldan û lêgerîna Rêberê me ya ji bo afirandina xeta jiyana azad de, her tim bû xwedî îdîa ku bibe nûner rast û şareza ya milîtaniya jina azad.

Jin a azad û xwedî îdîa çawa diafire? Têkiliyên xurt ên hevrêtiyê çawa tên danîn? Ji bo xwegihandina li azadiyê, afirandin û pêşvebirina rêxistiniya jinê bi kûrahî çawa dibe? Hevrê Leyla timî li ser van mijaran kûr dibû, bû yekj i pêşengên diyarker û bi bandor ên şoreşa me ya jinê. Ji dil baweriya xwe bi hevrêtiya jinê, bedewiya hezkirinê û afirîneriyê anî. Bi hezkirina mezin a li mirovahiyê tevlî jiyanê bû. Ked û hişmendî ku ji bo jinan gelekî girîng e, gelekî hêja dît û di kesayetiya xwe de şênber kir. Timî xwe perwerde kir. Bû xwedî agahiyeke girîng a entelektuel, lêgerîna çandî-hunerî û li gel vê yekê û xwedî îrade û hêza pratîkê û birêvebirinê, potansiyel û hêza perwerdekirina derdora xwe di kesayetiya xwe de afirand. Ji bo ciwan bi pêş ve biçin, bibin xwedî îrade û hunerê, timî dikete nava hewldaneke mezin û nêzîkatiyeke perwerdekar nîşan dida.

Salên dirêj di nav xebatên leşkerî, îdeolojîk û civakî yên têkoşîna me ya azadiyê de cih girtiye. Di nav gerîla de fermandar û perwerdekareke baş, di nav xebatên qada civakî de jî bi taybetiyên xwe yên avakirina pergalê pêşengtî kiriye. Piştî perwerdehiya qada Rêbertî salên dirêj bûye fermandara gerîlayan, di nav YJA Starê de peywira konseya fermandariyê, di nav xebatên jineolojî yên PAJK’ê de, di nav YJA û KJK’ê de di xebatên koordînasyonê de di asta bilind de peywir stendin. Di xebatên qada civakî de berpirsyariya rêveberiyê wergirt.

Heval Leyla Agirî li her qadê bi berpirsyariyeke cîddî peywir stendiye. Hewl daye hemû peywirên xwe bêqisûr bi cih bîne, nûnertiya nasnameya jina azad û temsîlîyeta wê ya xurt kiriye. Li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî ku cihêkariyê bike, bi daxwazeke xurt yekîtiya gelê me yê Kurdistanê û ya jinan di xebatên xwe de bi cih kiriye. Li her parçeyên Kurdistanê û bi gelên Rojhilata Navîn bûye yek. Bi vê helwesta xwe bûye çavkaniya hezkirin û hêzê. Hemû xebatên xwe bi dîsîplîneke mezin bi rê ve biriye, xebatên bîra jinan û rêxistina wê bi baweriyeke mezin bi rê ve biriye.

Bi vî aliyê xwe di xebatên avakirina civakî ya tevgera jinên Kurd ligel teorî û îddîaya xwe, bi tecrubeyên xwe yên pratîkî jî pêşengtiya jinan kirine. Rêheval Leyla Agirî ji bo ku jinên Kurd li ser prensîbên Konfederalîzma Demokratîk xwe birêxistn bike û di warê avakirina pergalê de xwedî pêşengtiyeke mezin bû. Di nav kesayetiya xwe de taybetiyên jina azad ava kiribû, rola jinên pêşeng bi xîreteke mezin bi rê ve dibir.

Wê bawerî bi vî tiştî anîbû ku divê jin li ser xeta perwerdehî û xweparastinê xwe birêxistin bike û karibe jiyana azad ava bike. Tevî bîrê wê qîmeteke mezin daye kedê û tevlî nav jiyanê bûye. Di her qada jiyanê de cesareta pêşengtiyê kiriye û fedakariya xwe her dem nîşan daye.

KEÇA SERHILDÊR A SERHEDÊ EVÎNDARÎ ÇIYAYAN BÛ

Leyla Agirî ya ku keça serbilind û serhildêr a Serhedê, di têkoşîna xwe de berxwedan, welatparêzî û azadî kir esas. Di jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya 27 salan de, kesayet û helwesta Rêber Apo ji xwe re kir esas. Di nav tevgera jinan de bû yek ji pêşenga mînak. Wê di şexsê de nîşan da ku divê têkoşînên azadiya jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê çawa were kirin.

Rêheval Leyla Agirî ji Sakîne Cansizan heta niha xeta berxwedan û azadiyê ya jinên Apoyî di kesayetiya xwe de bi awayekî çalak nîşan da. Wê pêşengtiya azadiyê ya dîroka têkoşîna jinan û şîfreya azadiyê ya Jin, Jiyan, Azadî bi milîtaniya xwe ya mînak temsîl kir.

Bi saya şehîdên wekî Leyla Agirî jinên Kurd, gelê Kurd bi ked û berxwedaneke mezin, dozeke azadiyê ya bi heybet afirandin. Tevî gel û baweriyên li herêmê lêgerîna têkoşîna xurt kirin. Îro berxwedana jinên Kurd û helwesta azadiyê ya jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak. Bi ked û hewldana hemû şehîdên jin û şehîdên Kurdistanê ev wate ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî wekî rojê ronahî daye.

Li ser vî esasî em di şexsê rêheval Leyla Agirî de careke din soza xwe dubare dikin jinên PKK’yî û PAJK’î, hemû jinên baweriye bi xeta azadiyê ya Rêber Apo tînin, hemû gelê me û bîr û bawerî em ê li ser rêya azadiyê bi baweriyeke mezin bimeşin. Em ê mêtinger û dagirkerên Kurdistanê ji warê xwe derxînin. Bi pêşengiya jinên li Rojhilata Navîn azad dibin û xwerêxistin dikin, bi yekîtiya baweriya gelan, em ê Rojhilata Navîn û Cîhana demokratîk û azad ava bikin. Li ser xeta serfiraziya mutleq em ê li ser vê axê jiyana azad û serbilind ava bikin û bi ser bikevin."