KJK: Em sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê parçe bikin!

KJK'ê diyar kir, li Îmraliyê sîstemeke metirsîdar a êşkence, tecrîd-îzolasyonê li Îmraliyê heye û destnîşan kir, "Em sîtema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê parçe bikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye."

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

"Di sedsala 21'ê de navenda polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd tê meşandin Kurdistan e. Hêza ku hedefa vê polîtîkayê ye Rêber Apo ye. Komploya 15'ê Sibata 1999'an bi vê armancê hate kirin. Tecrîda girankirî ya 22 salan a li dijî Rêber Apo veguheriye êşkenceyeke bi rêk û pêk. Kûrkirina sîstema tecrîdê û êşkenceya li dijî Rêberê me, vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan.

Rêber Apo azadiya gelê Kurd danî ber xwe, bi hişmendiya gerdûnî û neteweya demokratîk binyateke nû, neteweyeke nû afirand. Lewma êrişên li ser Rêber Apo encameke ji êrişên qirkirinê ye. Li Îmraliyê li dijî Rêberê me, li hemû parçeyên Kurdistanê, li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr, Şengal, Mexmûrê li dijî destktiyên şoreşê, bi konsepteke hevpar li dijî gelê Kurd, li dijî gerîlayan êrişên qirkirinê yên tunekirinê tên meşandin. Xeta Rêber Apo hêviyeke mezin afirand û belav dibe. Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê derbên herî giran ên kuştinê li polîtîkayên qirkirinê dixin. Hêzên qirker ên ku derbên mirinê dixwin, ji bo tolê hilînin, ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomînin, şerê taybet nû kirine û ji nû ve xistine meriyetê. Aliyekî bingehîn ê Şerê Cîhanê yê 3'emîn bi vî şêweyî li dijî Kurdan weke şerê qirkirinê tê meşandin. Lewma Rêber Apo got, 'Tecrîdkirina min tecrîdkirina tevahiya Kurdistanê ye'. Tecrîd weke polîtîkayeke navneteweyî bi cih tê anîn.

LI ÎMRALIYÊ SÎSTEMEKE METIRSÎDAR A ÊŞKENCEYÊ Û TECRÎDÊ HEYE

Hevdîtinên bi Rêber Apo re, veguheriye rewşeke kêfî ku li gorî polîtîkayên şantajê yên dewletê diyar dibe. Nêzîkatiya 'Dema min xwest ez ê rê bidim hevdîtinê, min nexwest jî ez ê nehêlim' nîşaneya wê yekê ye ku dewlet polîtîkaya dîlgirtinê li dijî Rêberê me dimeşîne. Li Îmraliyê ne qanûn ne jî hiqûq derbas nabin. Li vê girtîgeha bi ewlekariya bilind û taybet, maf û hiqûq nîne. Parêzer demeke dirêj e nikarin rêberê me bibînin. Li ser tenduristiya wî agahiyên têrker bi dest nakevin. Bi girtiyên din re jî car carna bi demeke kurt hevdîtinê didin kirin. Pirtûk, kovar, rojname û temaşekirina li televîzyonê bi nêzîkatiyên kêfî veguherandine amûreke cezakirinê. 22 sal in pêwendiya Rêber Apo bi derve re nîne. Li Îmraliyê sîstemeke metirsîdar a êşkence û tecrîdê heye. Rêber Apo ku îradeya bi milyonan mirovî û hinceta wan a hebûnê ye, têkildarî tenduristî, ewlekarî û jiyana wî ti agahî nayên wergirtin. Bi binpêkirina maf û hiqûqê re tecrîdeke bi rêk û pêk tê ferzkirin. Tevî vê yekê jî ji bo 6 mehan cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, ku mînaka vê yekê li girtîgeheke din a dinyayê nîne. Li Îmraliyê cezayên dîsîplînê û êşkence li ser Rêber Apo tên ferzkirin. Bi kurtasî TC bêhiqûqiyek ku li dinyayê nehatiye dîtin, dimeşîne.

CPT DIVÊ HÊZA XWE YA PÊKANÎNÊ NÎŞAN BIDE

Vê bêhiqûqiyê, tecrîda giran û polîtîkaya dîlgirtinê di rapora CPT de jî cih girtin ku sala 2019'an serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê kiribû. CPT tespît dike û pêşniyaran dike. Yanî eger CPT bi erka noterê tevnagere, wê demê di xusûsên ku destnîşan kiriye de divê hêza pêkanînê nîşan bide. Ji xwe saziyên ku CPT pêşniyaran lê dike, rapora xwe pêşkêşî wan dike Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê ye. Lewma eger balê dikişîne ser tecrîda giran a li Îmraliyê û di gelek mijaran de hişyariyan dide, wê demê divê karibe hêza pêkanînê jî nîşan bide. 22 sal in tecrîd û polîtîkaya îzolasyonê ya bênavber li ser Rêber Apo heye. CPT ku 22 sal in van polîtîkayan dişopîne, eger naxwaze weke hevparê van polîtîkayan bimîne, eger dixwaze bi rengekî ku li hiqûq û mafên mirovan tê tevbigere, hingî divê hêza xwe ya pêkanînê nîşan bide. Bendewariya Kurdan û raya giştî ya demokratîk bi vî rengî ye.

DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE

Ji ber vê yekê bi navê KJK'ê em dibêjin, 'Em sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin'. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Lewma dem hatiye ku em hesab ji zîhniyeta qirker bipirsin ku tecrîd, êşkence û pêvajoya îzolasyonê ya li ser Rêber Apo ferz dike û êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd û jinan dimeşîne. Rêber Apo 'civakîbûna me ya azad e'. Hinceta me ya hebûnê ye'. Em ê vê êşkenceyê û êrişên ku li Rêberê me tên ferzkirin ti carî qebûl nekin. Me ti carî qebûl nekir, em ê îro jî serî netewînin û qebûl nekin. Em hişyariyê didin hikumeta AKP'ê ya qirker, divê tavilê dest ji van êrişan berde, dawî lê bîne. Azadiya Rêber Apo yekane hêz û firsend e ku Tirkiyeyê ji nava vê tarîtiyê derxîne.

Rêberê me li dijî van êrişên kêmdîtî, ji bo tevahiya mirovahiyê pêşengiyê ji berxwedaneke dîrokî ya kêmdîtî re dike. Bi navê KJK'ê em bi biryar in ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin û Rêberê xwe ji çarmix û dîlgirtina Îmraliyê azad bikin.

Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dikin, bi taybetî jî bang li jin û ciwanan dikin ku divê her kes têkildarî vê tecrîd, êşkence û konsepta tinekirinê ya li Rêber Apo tê ferzkirin hişyar bin, li her devera ku lê ne çaakiyan bikin, xwedî li azadiya xwe derkevin û kêliyên azadiyê zêdetir bikin. Em bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin. Em bersiveke xurt bidin polîtîkayên şer ê qirker ên dijmin."