Kîppîng: Divê ji bo qeyûman bang li Sefîrê Tirk were kirin

Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng li bara darbeya qeyûman a li şaredariyên HDP'ê ji bo bêdengiya hikûmeta Elman got, ''hetîketî ye'' û xwest ku bang li sefirê Tirk ê Berlînê bikin ku were wezareta karê derve.

Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng bi zimanekî tund dagirkeriya li ser şaredariyên Kurd rexne kir.

Kîppîng ji Ajansa Nûçeyan a Fransiz AFP'ê re axivî, li ser bêdengiya Wezareta Karên Derve ya Elman û nedayina ti daxuyaniyan a li ser qeyûman got, ''hetîketî ye'' û  ji Wezîrê Karên Derve Heîko Maas xwest, ji bo ku qeyûman şermezar bike bang li sefîrê Tirk ê li Berlînê bike û qeyûm şermezar bike.

Kîppîng got, ''Maas divê wê peyamê bide sefîrê Tirk ku muxalîfên li Tirkiyê ne tenê ne û demokratên Elmanyayê destekê didine wan'' û got, divê weke Sîgmar Gabrîel, wezîrtî neyê kirin. Kîpîng bi bîr xist ku Gabrîel li bara Tirkiyê rexneyên pir nerm dikir.

Li Elmanyayê di serî de Partiya Çepgir û Partiya Keskan gelek derdoran  qeyûm şermezar kirin lê belê hikûmetê hê daxuyaniyeke fermî nedaye. Bêdengiya Hikûmeta bi seroktiya Angela Merkel wiha tê nirxandin, ''xwe jê dûr digirin ku bi rejîma Erdogan re bikevin qirika hev''.