Kesên li Kerkûkê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin

Roja 26’ê Kanûnê çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Al-mibde û El-bizwae yên bajarokê Reşadî ya navçeya Hewîce 12 welatî revandibûn. Hêzên ewlehiyê kesên hatibûn revandin bi operasyonekê rizgar kirin.

Hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ku roja 26’ê Kanûnê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin, operasyonekî berfireh dan destpêkirin.

Rêveberê polîsê Reşade fermandar Memer El Merziyî wiha got; “Ji bo ditîn û rizgarkirina kesên hatine revandin operasyon me da destpêkirin. Bi alîkariya polîsên federal ên Iraq û hêzên Heşdî Şebî şeva 29’ê Kanûnê saet 01:00’an kesên hatibûn revandin me rizgar kirin.”

Hêjayî bibirxistinê ye ku navçeya Reşadî ya bajarokê Hewîce zêdetirî saleke ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve tê kontrol kirin heta niha tevgera çeteyên DAÎŞ’ê berdewame.