Kesê ku wesayîta leşkerî li wî dabû hate ser hişê xwe
Li Gêlê wesayîta leşkerî li Sabrî Gunay ê 70 salî dabû. Gunay ê ku bi giranî birîndar bûbû, piştî tedawiyê hate ser hişê xwe.
Li Gêlê wesayîta leşkerî li Sabrî Gunay ê 70 salî dabû. Gunay ê ku bi giranî birîndar bûbû, piştî tedawiyê hate ser hişê xwe.
Di 23’ê Çileyê de li Taxa Dere ya Gêla Amedê wesayîta zirxî li Sabrî Gunay ê 70 salî dabû.
Gunay rakiribûn nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Gunay 2 rojan di beşa lênihêrîna kûr de mabû, hatibû diyarkirin pêyê wî şikestiye û hinavê wî xwînî bûye.
Hate diyarkirin ku Gunay piştî 2 rojan hate ser hişê xwe û tedawiya wî didome.
ÇI BÛBÛ?
Di 23’ê Çileyê de Gunay dema diçû Taxa Kazanli ya Gêlê ji ber ku wesayîta leşkerî lê dabû, bi giranî birîndar bûbû. Gunay rakiribûn nexweşxaneyê û piştî du rojan hate ser hişê xwe.