Kesayetên oldar li dijî dagirkeriyê bang kirin

Kesayet û pêkhateyên oldar yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bang li gel û hikûmetê kir ku bêdeng nebin û gotin: “Eger îro deweta Tirk a dagirker Qendîl dagir bike, sibe dora Kerkûkê ye.”

Her ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û bi demê dawî re gefên li dijî Qendîlê nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê jî zêde bûne. Vê carê jî kesayet û pêkhateyên oldar ên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nîşan dan û banga têkoşînê kirin.

‘JI BO PARASTINA WELAT EM Ê CANÊ XWE BIDIN’

Aşna Ebdulqadir Pîre Zerdeştî destnîşan kir ku bi ti awayî rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Zerdeştî got: “Çavê me li bostek tenê jî xaka welatên din nîne, ji bo wê jî em rê nadin ne tu kes û ne jî ti hêz xaka me dagir bike. Ji bo parastina wê jî em ê canê xwe bidin.

Zerdeştî li dijî dagirkeriyê bang li hikûmeta Herêma Kurdistan, Hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dawî li bêdengiya xwe bînin û bibin xwedî helwest.

‘PIŞTÎ QENDÎL DOR TÊ KERKÛKÊ TÊ’

Serokê Saziya Yarsa û Mafê Mirovan Seîd Serhed Kakayî jî bibîr xist ku dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrîn kir, da nîşandan ku li kû di be bila bibe wê êrîşî hemû destkeftiyên Kurdan bike û got: “Wê demê jî me anî ziman ku piştî Efrîn dor tê Başûrê Kurdistanê. Tişta niha Tirk dikin dagirkeriye, niha jî dixwazin Qendîl dagir bike. Eger rê bê dayîn ku Qendîl bê dagirkirin roja din dor tê dagirkirina Kerkûkê jî û piştî wê Kurdistan tev tê dagirkirin. Ji bo vê divê hemû Kurd û Kurdistanî xwedî helwestên diyarker bin û li dijî dagirkeriyê der bikevin.

‘BILA LI DÎROKÊ BINÊRIN’

Mamostayê olî Ebdulkerîm Şarbijêrî jî hişyarî da dewleta Tirk a dagirker û got: “Bila dewleta Tirk li dîrokê binêre, her demê ku çi hêzê xwestine gelê Kurd û Kurdistanê tine bikin, lê di dawiya dawî de ew bi xwe têk çûne.”

‘RABIN PÊŞENGTIYÊ JI CIVAKÊ RE BIKIN’

Her wiha Şarbijêrî bang li ciwanan kir û got: “Bi hestê netewî tevger bikin û pêşengtiyê ji gel û civakê re bikin. Her dema ku êrîş li ser gel û xaka mirov hebe divê ciwan li ber rabe û têbikoşe. Li baweriya pîroz a Îslamê de jî tê gotin her demê ku êrîş li ser xak û welat hebe, erkê her kesê ye ku li ber rabe û berxwedan bike.”